Malbatên cangoriyên têkoşîna azadiyê li hev civiyan
Saziya Malbatên Şehîdan, bi malbatên cangoriyên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê yên li bajarên Elmanya Frankfurt, Hanau, Offenbach, Russelsheim û Giessenê dijîn re, civîna dema navberê lidar xist.

'DIVÊ EM XWE BIGIHÎNIN HER MALBATÊ'
Civîna li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Frankfurtê, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endamê Rêveberiya Saziya Malbatên Şehîdan Lokman Elenek axivî û got, "Weke saziyê divê em xwe bigihînin her malbateke şehîdan, malbateke windahiyan; wan bikin endamê komeleya xwe."
Li dû axaftinan biryar hat dayîn ku Komîteya Malbatên Şehîdan a Frankfurtê were berfirehkirin. Di civînê de ji bo kongreya giştî ya 3'ê Gulanê delege hatin diyarkirin.