Li Innsbruckê alîkariya ji bo Kobanê

Ji bajarê Awûstûrya Innsbruckê, alîkariya însanî ya lezgîn ji Kobanê re hat şandin.

Ji bajarê Awûstûrya Innsbruckê, alîkariya însanî ya lezgîn ji Kobanê re hat şandin.

Kurdistanî û dostên wan ên li Ewropayê dijîn, desteka xwe ya ji bo Kobanê dewam dikin. Li bajarê Awûstûrya Innsbruckê, bi pêşengiya Komîteya Alîkariya Însanî ya ji bo Kobanê, kel û melên ji alîkariya lezgîn a însanî hatin komkirin li TIR'ekê hatin barkirin û ji bo bigihêje Kobanê ji Şaredariya Pirsûsê re hat şandin.

Di dema komkirina mamayê zarokan, xwarina lezgîn û kel û melên stargehê de, tevî Kurdistanî û derdorên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî, Awûstûryayiyan jî destekeke mezin pêşkêş kirin. Li gel vê alîkariya însanî, alavên tenduristiyên lezgîn ku bi bexşên fîrmayên dermanan ên Awûstûryayê bi qasî barê TIR'ekê hatin berhevkirin, ji ber hînê ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve nehatiye erêkirin, li benda şandinê ye.

Li dû şandina alîkariyê, komîteya amadekar daxuyaniyek da. Komîteyê, di serî de Şaredariya Innsbruckê, spasiyên xwe pêşkêşî her kesên destek dane kampanyayê kir.