Cenazeyê şervanê YPG'ê Bahşîş ji aliyê bi hezaran kesî ve hat oxirkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhat Bahşîş (Cûdî Gabar) ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, hat definkirin.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ferhat Bahşîş (Cûdî Gabar) ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de li Kobanê jiyana xwe ji dest da, piştî karê otopsiyê ji Saziya Tipa Edliyê ya Rihayê ji bo definkirinê rêkirin Şirnexê.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Bahşîş bi konvoyek li bajêr ji aliyê hezaran kesî ve bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana YPG" hat pêşwazîkirin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Bahşîş bi qîrîna dirûşman anîn mizgefta Geylanî, piştî wecîbeyên olî ber bi goristana taxa Dîcle ve birin. Piştî cenazeyê Bahşîş hat definkirin girseyê li ber sirûda "Ey Reqîp" ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girt.
Di meresîma definkirinê de Hevserokê Şaxa MEYA-DER'a Şirnexê Halit Gungen axivî û diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd li Kobanê, Şengal û Mexmûrê li dijî çeteyên DAIŞ'ê têdikoşe. Gungen bilêv kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên berxwedêran bibin.
Bavê şervanê YPG'ê Bahşîş Salih Bahşîş jî diyar kir ku Ferhat ne tenê wan e yê tevahiya Kurdistanê ye.
Piştî cenazeyê şervanê YPG'ê Bahşîş hat definkirin hezaran kes çûn serdana konê serxweşiyê yê li taxa Dîcleyê.