Li Til Şamîranê terora DAIŞ’ê
Çeteyên rêxistina hov DAIŞ’ê li gundên Til Temirê ku li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê nekarin xwe rabigirin, li gundê Til Şamîran ê Asuriyan gelek kes qetil kirin.
Çeteyên rêxistina hov DAIŞ’ê li gundên Til Temirê ku li hemberî berxwedana şervanên YPG’ê nekarin xwe rabigirin, li gundê Til Şamîran ê Asuriyan gelek kes qetil kirin.
Çeteyên rêxistina hov DAIŞ’ê li gundên Til Temirê ku li hemberî berxwedana şevanên YPG’ê nekarin xwe rabigirin, li gundê Til Şamîran ê Asuriyan gelek kes qetil kirin.
Hate ragihandin ku çeteyên rêxistina hov a DAIŞ’ê êrîşî gundê Til Şamîran ku şêniyên wê ji pêkhateya Asûrî ne yê rojavayê bajarê Til Temirê ya li ser rêya çiyayê Ebdilezîz kirin.
Welatiyên xwe ji destên terorîstan rizgar kirine, diyar kirin ku terorîstên DAIŞ’ê hemû welatiyên gund tevî jin û zarokan revandine cihekî ne diyar.
Her wiha hate zanîn ku gelek welatiyên ku hewl dane li ber xwe bidin kuştine.
Li aliyekî din li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, terorîstên DAIŞ’ê li gundê Xêbiş welatiyekî Ereb ê bi navê Casim Mihemed El-Mutleq serjê kirine û malbata wî jî revandine.