'Li Şengalê hêza DAIŞ'ê ya êrîşê nema ye’

Ji Fermandarên HPG’ê yên Şengalê Berçelan rewşa dawî ji Ajansa Nûçeyan a Firatê re nirxand. Berçelan destnîşan kir, ku PKK a di çanda wê de teslîmiyet nîne û hêza wê ya parastinê HPG bi rêbaza fedaî xwe gihandine herêmê û pêşî li komkujiyê girtine.

Gerîlayên HPG/YJA Starê yên ji bo paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê û parastina civata Êzidî ji êrîşan li Şengalê ne, zêdeyî 8 meh in herêman azad dikin. Ji Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Yaşar Berçelan ê di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê de li eniya şer e, rewşa dawî ji ANF’ê re nirxand.

Berçelan bibîr xist ku beriya destpêkirina êrîşan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser rewşa heyî û diyar kiribû ku divê ji Rojava heta Helepçeyê xeta parastina Kurdan bê avakirin, ev mewzîgirtin ne tenê ji bo Kurdên Êzidî, ji bo Asûrî, Tirkmen û hemû gelên li Kurdistanê dijîn be.

Berçelan anî ziman ku hingî rêxistinbûyîna civata Êzidî tinebû û PKK a di çanda xwe de cihê teslîmiyetê nîne bi hêza xwe ya parastinê HPG’ê re, bi rêbazeke fedaî xwe gihandiye herêmê û pêşî li komkujiyê girtî e.

Berçelan da xuyakirin ku ev destwerdana wan, bi qasî dîroka Kurdistanê, li dijî barbariyê ji bo dîroka mirovahiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, “Hêzên gerîla ji bo komkujiyê rawestînin û trajediyê berevajî bikin derketin çiyayê Şengalê. PKK ew hêz e ku ji bo gelê me xwe feda dike. Destwerdana me li Şengalê nîşan da ku HPG hêzeke nirxên însanî diparêze ye. Weke hêzên HPG’ê bi hatina me ya Şengalê re civata Êzidî, Şîayên li Şengalê, Tirkmenên Tel Aferê hatin parastin.”

Fermandarê HPG’ê Yaşar Berçelan der barê Operasyonên Azadkirina Şengalê de ragihand, ku şerê ev du meh in diqewimin, şerê ji bo paqijkirina derdora Şengalê ji çeteyan e.

Berçelan anî ziman ku bi tenê ji sedî 50 ê vê yekê pêk hatiye û got, “Ketina me ya li navenda bajarê Şengalê di vê demê de pêk hat. Operasyona Azadkirina Şengalê bi serdegirtina hêzên gerîla destpê kir. Hêzên pêşmerge jî piştî du saetan tevlî operasyonê bûn. Tevlîbûna pêşmerge li şerê bajêr hinekî bêplan pêk hat.”

Fermandarê HPG’ê Berçelan ragihand ku di destpêkê de hêzeke pêşmerge ya ji 16 hezar kesî hat herêmê axaftina xwe wiha dewam kir: “Li aliyê din hêza hewayî ya koalîsyona navneteweyî, li hemberî baregeh û mewziyên çeteyên DAIŞ’ê êrîş lidar dixin. Her wiha, ji bo ji nava pêşmergeyên hatine herêmê şehadet çênebe, weke tedbîr me hêzeke gerîla şand qadê û tevgereke hevpar a azadkirina bajêr a koordîneyî esas girt. Lê belê anîn ziman ku der heqê Şengalê de ti planeke wan nîne. Gotin, ku eger Mûsil, Tel Afer û Beac bikeve, wê Şengal ji ber xwe ve vala bibe.

PiştÎ çend rojan hêza xwe ya operasyonê ji vê herêmê vekişandin û li cem me bi tenê tabûrek pêşmergeyan ma. Ew jî bi giranî ji gelê li vê derê û pêşmergeyên YNK’ê pêk tê. Ji bo rizgarkirina bajêr, pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye.”

Berçelan da zanîn ku di nava berxwedana du mehên dawî de 20 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane, gelek birîndar bûne û got, „Di encama hewldanên me de li nava civata Êzidî baweriyeke mezin afirî. Vê israrê nîşan da ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya gelê Kurd wê bi berxwedanê re serketin bi dest bikeve. Bi rêxistinbûyîna hat afirandin re me parastina gelê xwe xurtir kirin.“

Fermandarê HPG’ê Yaşar Berçelan da xuyakirin ku di rewşa heyî de bakurê Çiyayê Şengalê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û anî ziman ku li başûrê çiyê di xetên Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev tên girêdan de çeteyên DAIŞ’ê hene.

Berçelan diyar kir ku çete vê xetê bi hêzeke xurt digirin û got, “Eger ev xet qut bibe, wê nema karibin ji Til Hemîs û Dêra Zor hêzên xwe bîne. Li nava bajêr jî, cihê ku jê re bajarê kevin tê gotin bi temamî di bin kontrola me de ye. Her wiha li girên serdestê bajêr jî hêzên pêşmerge û hêzên gerîla bicih bûne. Wekî din li qelehê YNK û hêzên me hene.”

Fermandarê HPG’ê Yaşar Berçelan ragihand ku gelê Kurd ji Efrîn, Kobanê heta Kerkûkê di xeteke dirêj de şer dike û destnîşan kir, ku di vî şerî de bêguman pêwîstî bi pîvanekê heye, nabe ku giraniyê bidin aliyekî bi tenê.

Berçelan got, “Me li vê derê xeteke parastinê çêkirin, eniyeke şer heye. Bêguman ne şert e ku her tim bi vî rengî be. Di destpêka şer de bi maşînên bombebarkirî û çekên giran êrîşên giran kirin. Di wê demê de 10 hevalên me şehîd ketin. Ji wê demê û pê ve em derbasî taktîka gerîla bûn û bi vî rengî pêşî li maşînên wan ên bombebarkirî û hewldanên wan ên êrîşê girtin. Niha bi taktîka gerîla û şerê bajêr re me li gelek deveran hêzên wan şikandine. Niha bi hawan û çekên doçka ji dûr e şer dikin. Xeteke mayinkirî hatiye avakirin. Êdî di pozîsyoneke xurt de nînin. Vê gavê, bi komên biçûk re hewl didin xwe ji me biparêzin. Kapasîteya wan a êrîşê kêm bû. Dîsa jî ji bo rizgariya temamiya bajêr, pêwîstî bi plansaziyeke hevpar a hêzên Kurd heye.”

Fermandarê HPG’ê Yaşar Berçelan da xuyakirin, ku divê hêzên Kurd dest ji nêzîkatiyên teng ên partîtiyê berdin û got, „Ehmedî Xanî beriya niha bi 300 salan behsa yekîtî û piştevaniya Kurdan dikir. Rêber Apo ji xwe xeyalên Ehmedî Xanî pêk tîne.“

Berçelan diyar kir ku hêzên Kurd ên li Şengalê niha şer dikin, HPG/YJA Star, YBŞ an jî pêşmerge, divê ji aliyê koordînasyoneke leşkerî ya hevpar ve werin koordînekirin û got, “Niha li Şengalê kêm be jî ev pêk hat. Bêparmayîna hêzeke bi vî rengî ji koordînasyoneke hevpar, rê li ber kêmasî û şaşitiyan vedike. Di azadkirina Şengalê de divê di navbera hêzên leşkerî de diyalog gelekî baş be û ku karibin bi hev re xebateke koordîneyî bimeşînin.”

Fermandarê HPG’ê Berçelan herî dawî ev xal ji bo civata Êzidî destnîşan kir:

“Beriya her tiştî dive Êzidî yekîtiya xwe ava bikin. Civatek yek be, kes nikare pê. Beriya 8 mehan çeteyan bi navê DAIŞ’ê êrîş kirin, xaka pîroz a Êzidiyan dagir kirin. Bi hezaran Êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û zarok revandin, aqûbeta wan jî ne diyar e. Pêwîste civata me ya Êzidî li hemberî vê zilmê rabe ser piyan, rahêje çekê û tevlî refên YBŞ’ê bibe. Divê xwe, xaka xwe û nirxên xwe yên pîroz biparêze.

Êşeke gelekî giran hat sere we, we berdêlên giran dan. Li hemberî vê yekê, pêwîste berxwedan û serhildana civata Êzidî jî bêhempa û bi heybet be. Van êşan ji bîr nekin, êşan veguherînin berxwedanê, êşan veguherînin serketinê.”