Bombebarana bê navber û tevgera hewayî

Bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike.

Bombebaran û tevgera hewayî ya artêşa Tirk bê navber dewam dike.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ku artêşa Tirk bi obus û hawanan êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye. Di daxuyaniya HPG'ê de hat gotin, "Di 23'ê Sibatê saet di navbera 08:30-10:30 de ji girên Yekmal û Sînek ên li nava sînorên Heftanînê ne û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ne; bi tank û topên obusê Tepê Gomme, Tepê Hestiya, Tepê Şehîd Denîz, Boxaza PKK, Tepê Zeytûna û Dola Silê hatine bombekirin.

Her wiha leşkerên li girê Meymûn ê li nava sînorê Heftanînê ye û di bin kontrola artêşa TC de ye, xwestine li ser sînor saet di 09:00 de derkevin operasyonê. Hêzên me yên gerîla yên bi vê tevgera leşkerî hesiyan, guleyên hişyariyê teqandin. Di encama vê hişyariyê de leşkeran xwe vekişandin. Saet di 15:00 de jî artêşa TC a dagirker bi obus û hawanan qadên Şehîd Kendal, Tepê Kêlik û Deryê Dawetiya bombebaran kiriye. Ev êrîş navber bi navber tevahiya rojê dewam kirine."

TEVGERA HEWAYÎ Û OPERASYON

HPG'ê der barê operasyon û tevgera hewayî de jî ev agahî da:

"Di 23'ê Sibatê saet di 12:00 de, ji girê Mamreş ê li navçeya Colemêrg Şemzînanê ye û di bin kontrola artêşa TC a dagirker de ye, li hemberî qadên derdorê operasyon hatiye destpêkirin. Operasyon bi 2 baskan meşiya ye. Ev operasyon bi kemîn danînê dewam kiriye. Operasyon di heman rojê de, saet di 17:00 bê encam ma.

Ji 23'ê Sibatê saet 16:30 heta 24'ê Sibatê (îro) saet 01:00, li herêma me ya Zapê balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa Tirk tev geriyan. Di 23'ê saet di navbera 11:30-12:00 û 24'ê Sibatê (îro) saet di navbera 00:00-01:00 de li heman herêmê tevgera balafirên şer hatiye tespîtkirin. 23'ê Sibatê saet di navbera 22:00-23:00 de li herêma Metîna û ji êvara 22'ê Sibatê heta 24'ê Sibatê saet 07:00, li ser herêma Heftanînê balafirên keşfê yên bê mirov geriyane."