Şervanên YPG’ê niştecihên gundê Xêbiş ê Til Temir rizgar kirin

Hêzên YPG’ê li gundê Xêbiş li dijî terorîstên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin û gelek gundiyên ku têde asê mabûn rizgar kirin.

Hêzên YPG’ê li gundê Xêbiş li dijî terorîstên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin û gelek gundiyên ku têde asê mabûn rizgar kirin.

Nûçegihanên ANHA’yê ragihandin ku şervanên YPG’ê beriya çend kêliyan li gundê Xêbiş ê başûrrojavayê bajarê Til Temirê li dijî terorîstên DAIŞ’ê çalakî li dar xistine, Di encamê de şervanên YPG’ê derbasî gund bûn û gundiyên ku têde asê mabûn, rizgar kirin.

Di nava gund de şer û pevçûnên dijwar berdewam in.

Nûçegihanan her wiha dane zanîn ku li derdora gundê Til Şamîran jî di navbera şervanên YPG’ê û terorîstên DAIŞ’ê de şer û pevçûnên dijwar niha rû didin.