Gundê Şero û girên Derfilitî yên Kobanê hatin rizgarkirin

Di operasyonên pêngava duyemîn a azadkirina Kantona Kobanê de, şervanên YPG/YPJ'ê gundê Şero û girên li derdora gundê Derfilitî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Hat ragihandin ku di van operasyonan de 52 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya Pêngava Azadkirina Kantona Kobanê de çalakiyên xwe li dijî çeteyên DAIŞ’ê didomînin. Şevê din şervanan li herêmê rêzeçalakiyên bi bandor li dijî çeteyan lidar xistin.

Li rojhilatê herêmê şervanan li gundê Şero û girên derdora gundê Derfilitî du çalakiyên bi bandor li dar xistin. Di encama van çalakiyan de gund Şero ji çeteyan hat paqijkirin. Her wiha bi dehan çete hatin kuştin û cenazeyê 10 ji wan ketin destên şervanan. Li girên gundê Derfilitî jî 24 çete hatin kuştin.

Li heman eniya şer şervanên YPG’ê şevê din li gundê Eqbas çalakiyek li dijî çeteyan li dar xistin. Di encamê de 6 çete hatin kuştin.

Li başûrrojava û rojavayê herêmê jî şervanên YPG’ê û YPJ’ê êrîşeke çeteyan ku hewl didan, li gundê Ceidê ya biçûk û gundê Kirk pêk bînin, şikandin. Di encama pevçûnên li vê deverê jî 12 çete hatin kuştin. Li derdora van herdu gundan şer û pevçûn hînê  dewam dikin.