Li Swîsreyê, bi armanca destekkirina HDP'ê Platforma Hilbijartinê hat avakirin. Di civîna çapemeniyê ya ragihandina platformê de nûnerên Dem Kurd, ÎGÎF, ÎDHÎF, ÎTÎF, SKYP, Yekîtiya Suryaniyan li Swîsreyê, OSP û FEDA, amade bûn.
'HDP DIKARE 400 DENGÎ BI DEST BIXE'
Ji nûnerên Komîsyona Hilbijartinê ya Ewropayê Xebat Ocalan di civîna çapemeniyê de axivî û diyar kir, ku li Ewropayê 3 mîlyon hilbijêr hene, HDP jî dikare 400 hezar ji vî dengî bi dest bixe. Ocalan got, "Platforma me ya hilbijartinê wê ji îro û pê ve bikeve nava tevgerê û bi berfirehkirina platformê re hilbijartinê bike rojeva xwe ya bingehîn."
Nûnerê ÎDHF jî da xuyakirin ku ji bo mewziya parlamentê ji bo gelan bikar bînin ew girîngiyê didin hilbijartinan û got, "Ji bo me tifaq girîng e. Encamên hilbijartinê çi dibe bila bibe, wê gel qezenç bikin. Ev têkoşîn wê bê navber dewam bike."
'DIVÊ EM LI DORA HDP'Ê BICIVIN'
Nûnerên saziyan ên beşdarî civînê bûn nêrînên xwe parve kirin:
"ÎTÎF: Divê em xwe bigihînin her kesî, her derdorê hembêz bikin. Girîng e em li dora HDP'ê bibin yek dil û bicivin. Dema me kêm e, lewma divê em bi hemû hêza xwe bixebitin.
SYKP: Hilbijartinên Hezîranê wê encamên gelekî girîng bi xwe re bîne. Bi hişmendiya vê berpirsyariyê divê em giraniyê bixin xebatên xwe. Ev tifaq gelekî girîng in û eger pêwîstî pê hebe wê me li pêş bendan jî bigihêjîne hev.
DEM KURD: Pêwîste endamên hemû partî, sazî û federasyonan bikevin nava tevgerê. Wate û girîngiya hilbijartinan baş bidin fêmkirin, ji aliyê teknîkî ve xwe baş amade bikin, eger pêwîstî pê hebe kes bi kes, mal bi mal divê xebatan bimeşînin. Em çalakiya parlamenterên HDP'ê ya li Parlamentê silav dikin."