Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê da xuyakirin, ku ew dixwazin di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ji Ewropayê 400 hezar dengî werbigirin û ji bo xebatên hilbijartinê banga tevlîbûnê kir.
Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê ava bû. Koordînasyon ji Nûnertiya HDP'ê ya Ewropayê, Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdên li Ewropayê (KCD-E), Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEg-Kon), Konfederasyona Gelên Demokratîk li Ewropayê (ADHK), Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK), Yekîtiya Suryaniyan li Ewropayê (ESU), Partiya Pêşeroja Çep a Kesk (YSGP) û Proleterya Şoreşger/Cîhaneke dikare lê bê jiyîn, pêk tê.
'LI DIJÎ AKP'Ê DI ASTA HERÎ BILINDE YEKÎTIYA DEMOKRATÎK'
Di daxuyaniya Koordînasyona Hilbijartinê ya HDP'ê ya Ewropayê de hat ragihandin ku di asta herêmî û navendî de ew ji tevlîbûna her pêkhateyê re vekirî ne û ev xal hat destnîşankirin:
"AKP ji destpêka desthilatdariya xwe û vir ve timî civakê ji hev cihê dike, bi polîtîkayên xwe yên agresîf, dijminatiya li jinê û tevdanê re roj bi roj gelan dike dijminê hev. Ji bo ev polîtîkayên qirêj ên AKP'ê werin pûçkirin û ji bo teşhîkirina polîtîkayên durû yên partiyên sîstemê MHP û CHP'ê, ku di feraset û pêkanînên dewletê de ti cudahiya xwe ji AKP'ê nînin; divê hemû derdorênn demorkatîk, şoreşger, çîna pêşverû û kedkar, li ser bingeheke hevpar têbikoş in. Li dijî siyaset desthilatdariyê ya ku hewl dide dijminatiyê derdixîne holê û mejiyê înkar û tinekirinê li ser civakê ferz dike, girîng e têkoşîneke topyekûn bê dayîn, yekîtiya demokratîk jî di asta herî bilind de were pêşvebirin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku AKP hikûmeteke bi cînayetên kar derdikeve pêş e û hat destnîşankirin, ku bi 'Pakêta Ewlekariya Hundir' re hewl tê dayîn mûxalefet bêdeng û bêbandor were hiştin, lewma divê berxwedana li hemberî AKP'ê were xurtkirin.
Koordînasyonê da xuyakirin, ku di nava 3 mîlyon hilbijêrên li derveyî welat de hedefa wan wergirtina 400 hezar dengî ye û bang li hemû gel, komên ji baweriyên cuda, kesayet û civatan kir ku di xebatên hilbijartinê de cih bigirin û deng bidin HDP'ê.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku hemû agahiyên li ser hibijartinê, ji pêkhateyan an jî komele, navendên civakî, mizgeft, dergah û lokalên pêşverû dikarin werin peydakirin.