Di Gulana 2012'an de, piştî kuştina Alîkarê Serokê AKP'ê yê Şirnexê Alî Kilinç, rojnameya Sabahê nûçeyek weşand û li ser îdâya vê rojnameyê de heqê hin siyasetmedarên di rêveberiya BDP a bajêr de cih digirtin de, doz hat vekirin. Dozgeriyê di gilînameya xwe de îdîa dikir ku fermana kuştinê ji aliyê Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê yê wê demê Mûrat Karayilan ve hatiye dayîn û siyasetmedarên mijara gotinê jî, di encama vê fermanê de bi rolên xwe yên cuda re di nava bûyerê de cih girtine. Ji ber rûniştina rojên pêş a dozê, mijar careke din hat rojevê. Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan der barê detayên bûyerê de ji ANF'ê re axivî.
Karayilan da xuyakirin ku nûçeyên bi vî rengî asparagas in û destnîşan kir, ku ev yek sûcdariyên li ser masê bi zanebûn hatine amadekirin e. Karayilan bibîr xist ku wî di wê demê de wezîfeya Serokatiya Konseya Rêvebe a PKK'ê dimeşand û got, "Yanî, bi xebatên leşkerî re têkiliyeke min a yekse nebû. Lê belê ji ber ku navekî li Botanê dihat naskirin bûm, hin derdoran xwestin min sûcdar bikin. Xwestin bi fermandayînê min sûcdar bike û hin siyasetmedarên Kurd ên di nava BDP'ê de rêveberî dikirin, bi cihgirtina vê bûyerê sûcdar bikin. Ti eleqeya vê bi rastiyê re nîne.
Berî her tiştî, ez wan mirovên ku navên wan di dozê de derbas dibe, qet nas nakim. Hînê jî ji bilî Abît Îke kesî ji wan nas nakim. Abît Îke jî ji ber ku di Nûnertiya BDP'ê ya Hewlêrê de wezîfedar bû, di sala 2013'an de di çarçoveya pêvajoya agirbestê ya hat destpêkirin de, min nas kir. Gelo ew kesê hatiye kuştin kî ye ku ez ta ji Qendîlê rabim ji bo kuştina alîkarekî serokê AKP'ê yê bajarê Şirnexê, fermanê bidim! Ne bawerim ku ev kes, mirovekî ewçend mezin e.
Wekî din, yên ku sîstema me dizanin, her wiha ji nava dewleta TC ên ku me dişopîne û der heqê tevgera me de xwedî agahiyan e dizanin, ku xebatên gerîla li qadeke dûrî jiyana sivîl dimeşe. Siyaseta sivîl, xebateke li qadeke gelekî cuda ye. Ev xebatên îllegan, ne pêkane bi rêya mirovên legal were birêxistinkirin. Yanî eger ez rabim ji siyasetmedarekî legal re bêjim 'biçe, çalakiyeke çekdarî pêk bîne' yan jî 'alîkariyê bide çalakiyeke çekdarî' ev yek wê li dijî pîvanên me yên rêzikname û rêveberiyê be. Cihê vê di pîvanên me de nîne. Li gorî vê yekê, dayîna fermana çalakiyê li aliyekê, têkilîdanîn qedexe ye û li gorî qanûnên me sûc e. Mînak, niha bi deh hezaran siyasetmedarên Kurd di bin navê operasyonên KCK'ê hat girtin, malên wan rastî serdegirtinê hatin, hemû belgeyên wan hatin desteserkirin, hatin şopandin. Gelo li gel ti ji van siyasetmedaran têkiliya wan a bi gerîla û PKK'ê re tespît bû? Na. Tespîta wê ne pêkane. Çima? Ji ber ku têkilîdanîneke bi wî rengî nîne û beriya her tiştî li gorî rêziknameya me ya navxweyî sûc e. Eger yekê rabe li Şirnexê çalakiyekê lidar bixe, vê yekê bi rayedarên BDP'ê ra nake. Cih û zemînê têkiliyeke bi wî rengî nîne. Lewma, ez bixwazim jî ez nikarim fermaneke bi wî rengî bidim kesî. Eger pêwîstî bi dayîneke fermanê hebe, li herêmê hêzên gerîla yên profesyonel hene, milîsên wan hene, rêxistinbûyînên parastina cewherî hene. Ez ê fermanê bidim wan. Yanî qada xebatê cuda ye.
Ji ber vê yekê, îdîayên tên kirin ji bo reşkirinê ne û hedef nîşan didin. Ti bingeheke xwe ya exlaqî û hiqûqî nîne. Her kesên bi karê hiqûqî re mijûl dibin dizanin ku çalakiyeke leşkerî bi serokê partiyeke legal ê bajarekî yan jî navçeyekê, nayê kirin. Lewma dikarin bi hêsanî bêjim, ku di serî de Abît Îke têkiliya ti ji kesên navên wan derbas dibe, bi bûyerê re nîne.
Karayilan da xuyakirin ku li gorî agahiyên gihaştiye wî ev bûyer bi yekîneyeke herêmî ya ser bi Fermandariya Herêma Cûdî ve bi bikaranîna însiyatîfa wan bi xwe, hatiye kirin û got, "Yanî ji aliyê yekîneyeke ku eleqeya xwe bi me û mirovên navê wan derbas dibin re nîne, pêk tê. Ji xwe der heqê kese bi navê Alî Kilinç de biryareke me ya navendî tineye. Vê hêza herêmî bi însiyatîfa xwe ev çalakî pêk aniye.
Karayilan ji bo sedemên gengaz ên pêkhatine vê çalakiyê ji aliyê yekîneya herêmî ve wiha axivî: "AKP ku îro partiya desthilatdariyê ye, li Kurdistanê partiya ku fermana kuştin, sûcdarî û zilmê dide ye. Li navenda Botanê ku ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ji gelek aliyan ve girîng û pîroz e, li Şirnexê bûyîna nûner û endamê partiya mêtînger, tiştekî bi xweşî were pêşwazîkirin nîne. Gelê Kurdistanê, bi giranî feraseta siyasî û demokratîk ji xwe re esas digire. Lewma, yên ku binpêkirina maf, hiqûq û rastiya vî gelî weke rêbazeke siyasetê ji xwe re esas digirin, ji aliyê vî gelî ve bi xweşî nayê pêşwazîkirin. Yanî eger kesek wê rabe siyasetê bike, dikare di nava yek ji partiyên li Kurdistanê de siyasetê bike. Sedemeke bi tenê heye ku di nava partiyeke mêtînger de siyasetê bike; ew jî dijminatiya li vî gelî ye. Tevî vê rastiyê û rastiyên mîna vê jî, der heqê kesê bi navê Alî Kiliç de biryareke me nîne. Di wê demê de li hemberî gel û gerîla li her cihî êrîş dihatin kirin, mirov dihatin kuştin û ev yek ji aliyê AKP'ê ve dihat kirin. Dibe ku vê yekîneya herêmî jî çalakiyeke bi vî rêbazî weke bersivdayînê rast dîtine û pêk anîne. Esasa bûyerê bi vî rengî ye. Detayek ji vê zêdetir, haya min jê tineye, lê çarçove bi vî rengî ye. Yên bixwazin lêkolîn bikin, li ser bisekinin û bişopînin wê bibînin rastî bi vî rengî ye."