KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Anli: Efrînê tenê nehêlin
Hevşaredarê bajarê Mezin a Amedê Firat Anli ku çû serdana Kantona Cizîrê diyar kir ku Efrîn ji ber dorpêçkirinê di nava zehmetiyên cidî de ye û divê kontona di berxwedana li dijî DAIŞ’ê de bûye model tenê neyê hiştin. -
Li Şengalê du çete hatin kuştin
Li Başûrê Kurdistanê bajarê Şengalê, di encama çalakiyeke gerîlayên HPG'ê de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Piraniya bajarokê Til Hemîsê di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye
Endama Femandariya Giştî ya YPG’ê Sozdar Dêrik diyar kir ku piraniya bajarokê Til Hemîs niha di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ye. -
Berdewama Arînan û israra azadiyê ya Asûriyan: Vîdat
Jina Asûrî ya bi navê Vîdat a li Til Temirê li dijî êrîşên çeteyan bi lehengî li ber xwe da û rê neda çeteyan, weke dewama çanda berxwedanê ya Arîn Mîrxanan û nîşaneya israra gelê Asûrî di azadiyê de, cihê xwe di dîroka gelan de girt. -
Baroya Çewlikê xwendekarên di greva birçîbûnê de ne ziyaret kir
Greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ya li dijî biryarên neheq, dewam dike. -
Rêveberekî DBP'ê li Sêrtê hat binçavkirin
Polîs li Sêrtê li benda qebûlkirina pakêta 'ewlekariya hundir' ne sekinî, yekser kete nava tevgerê. -
Li rojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar diqewimin
Li rojhilatê Kobanê di encama şer û pevçûnên dijwar de tankeke çeteyan û hin çekên giran hatin rûxandin, bi dehan çete hatin kuştin. -
Başûrê Til Hemîs bi temamî ket destê YPG/YPJ'ê
Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya çalakiyên xwe yên rizgarkirina herêma Til Hemîsê de başûrê bajarok xistin bin kontrola xwe. -
Silava roja 166'an a ji bo YPG/YPJ'ê
Li gundên Miseynter û Elîzerê, bi sedan welatiyan cara 166'an berê xwe dan Kobanê û bejna xwe li ber berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê tewandin. -
KCD'ê bang li hêzê koalîsyonê û raya giştî ya navneteweyî kir
KCD'ê da xuyakirin ku DAIŞ a êrîşî gelê Suryanî-Asûrî Keldanî kiriye, nirxên mirovahiyê hedef girtiye û bang li hêzên koalîsyonê ya navneteweyî, sazî û raya giştî ya demokratîk kir, ku bikevin nava tevgerê. -
Hevşaredara Mêrdînê: Vê qîrînê êdî bibihîzin!
Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay got, "Qîrîna Êzidiyan, Suryaniyan, Tirkmenan, Kakaiyan, Şebekan êdî bibihîzin. Ji bo ev mirov rizgar bibin çi pêwîst be divê em bikin." -
Li Basan û Kopê 5 kes hatin binçavkirin
Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Basanê 4 zarok hatin binçavkirin û radestî dozgeriyê hatin kirin. Li Kopê jî kesek hat binçavkirin. -
HDP’ê mirinên bi guman ên leşkeran ji hikûmetê pirsî
Parlamenterê HDP’ê Aksoy bal kişand ser mirinên bi guman ên leşkeran û bûyerên mirina leşkeran ên li Riha û Agiriyê bir meclisê. -
Serokê DTP’a Wanê yê berê Selîm Ertaş hat binçavkirin
Serokê DTP’a Wanê yê berê Selîm Ertaş duh êvarê li Wanê li otela ku dima hate binçavkirin. -
YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe yê Awûstûralyayî aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanekî YPG’ê yê Awûstûralyayî di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Til Hemîsê jiyana xwe ji dest daye. -
‘DAIŞ êrîşî gundên Asûrî dike û dixwaze korîdora lojîstik veke’
Platforma Turabdîn daxuyaniyek da û diyar kir ku DAIŞ’a di sedsala 21’ê de wek siya reş ket ser cîhanê herî zêde bandorê li gelê mazlum dike. -
Berxwedan: Serketina Kobanê nêz e
Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, di pêngava azadkirina Kobanê de hedefên ji niha û pê ve û operasyona Silêman Şah a berî çend rojan ji ANF'ê re nirxand. -
3 gundên din ên Til Hemîsê hatin rizgarkirin
Hêzên YPG/YPJ'ê operasyona xwe li gundên derdora bajaroka Til Hemîsê li dijî çeteyê DAIŞ’ê didomînin. Herî dawî 3 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin. -
Li Wanê rewşeke mîna ya girtîgeha Pozanti heye
Encamên lêkolîna HDP, DBP, Van TUYAD-DER û parêzeran a li ser îdîayên li girtîgehên Wanê, diyar bûn. -
FKÊ ji bo Saçik bang li rêxistinên navneteweyî kir
FKÊ bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji rewşa endamê FKÊ Alî Saçik ê beriya mehekê li Başûrê Kurdistanê hat binçavkirin û ji hingî ve hay jê nîne bi fikar in û bang li civata navneteweyî kir, ku ji bo Saçik bikeve nava tevgerê. -
'Heta berxwedan bidome em ê rêzê nîşan bidin'
"Heta ku YPG û YPJ li wir şer bike, canê xwe bide em ê jî li vir tevlî çalakiya zincîra ji mirovan bibin û li pêşberî wan rêza xwe nîşan bidin." -
Li Til Temirê 2 çete hatin kuştin
Li bejahiya Til Temirê, di encama şer û pevçûnên dijwar ên duh bi şev de 2 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
PGDM’ê êrîşa li dijî gundên Asûrî şermezar kir
PGDM’ê êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pêk hatiye şermezar kir. -
Rojnamevanên Kurd li hewldana lînçkirinê ya polîsan rast hatin
Rojnamevanên Kurd ên li Pirsûsê dixebitin, dema xwestin dîmenê polîsên hewl didan du kesan lînç bikin bikşînin, li lêdana polîsan rast hatin û piştî bi saetan hatin ragirtin, serbest hatin berdan. -
Berdêla azadiyê hildigirin
Zarokên temenê wan di navbera 6 û 13 salî de yên li gundê Çort ê Pirsûsê ku hatibû terkkirin bicih bûn, hewl didin ji malbatên xwe re bibin alîkar û her roj ‘ bi erebeya hespan ku hespên wê tine’ 3 km re rê avê dibin malên xwe.