Berxwedan: Serketina Kobanê nêz e

Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, di pêngava azadkirina Kobanê de hedefên ji niha û pê ve û operasyona Silêman Şah a berî çend rojan ji ANF'ê re nirxand.

Fermandarê YPG'ê yê Kobanê Mehmûd Berxwedan, qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirina Kobanê ku mehek li dû xwe hişt, nirxand. Mehmûd Berxwedan ji bo Operasyona Silêman Şah jî destnîşan kir, ku bêyî destûra wan kes nikare di Kobanê re derbas bibe. Berxwedan ji ANF'ê re axivî.

'PÊNGAV DEWAM DIKE, PIRANIYA GUNDAN HATIN PAQIJKIRIN'

Li dû azadkirina navenda bajarê Kobanê we dest bi paqijkirina gundan kirin. Vê pêngava qonaxa duyemîn mehek li dû xwe hişt. Hûn rewşa heyî çawa dinirxînin?

Piştî ku navenda bajarê Kobanê di 24'ê Çileyê de ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, qonaxa duyemîn a rizgariya Kobanê destpê kir. Bi vê qonaxê re armanc paqijkirina temamiya gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê ye. Qonaxa duyemîn a pêngavê mehek li dû xwe hişt. Di nava vê demê de zêdeyî nîvê gundên di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de hatin azadkirin. Em dikarin bêjin ku 220 gund hatine azadkirin. Di operasyonên azadkirina gundan de pevçûnên dijwar diqewimin. Hemû êrîşên çeteyên DAIŞ'ê tên şikandin. Çeteyên DAIŞ'ê hewl didin xeta ew lê ne biparêzin. Lê belê hêzên me destûra vê nadin û wê destûrê nedin. Pêngava me ya serketin û azadiyê wê dewam bike. Qonaxa duyemîn a pêngava rizgarkirina Kobanê bi giştî bi vî rengî ye.

Çete hêzên xwe yên nû nîne? Hewldanên wan ên êrîşê nîne?

Di rojên dawî de çeteyên DAIŞ'ê careke din hewl da xwe komî ser hev bike û bikeve nava tevgerê. armanca wan ew e ku bi êrîşên nû re ji nû ve bi pêş ve biçin. Lê belê amadekarî û hewldanên çeteyan ên ji bo êrîş û veguhastina hêzên nû li bersiva tund a hêzên me rast hat. Bi destwerdana me re pevçûnên dijwar qewimîn. Di van pevçûnan de di nava sê rojên dawî de çeteyên DAIŞ'ê derbên gelekî giran xwarin. Bi vê operasyon û destwerdana me re çeteyên DAIŞ'ê bi qasî navenda bajêr li gundan jî derbên giran xwarin û windahî dan. Di nava van sê rojên dawî de herî kêm heftê cenazeyên çeteyan ketin destê me. Em dikarin bêjin ku bi sedan mirî û birîndarên wan hene. Bi tenê duh li eniya rojhilat li xeta Bexdike û Îdanî bi çekên giran û tankan êrîş kirin. Di encama bersiva tund a li hemberî van êrîşan de tankên wan hatin rûxandin û gelek kuştî û mirî ji wan çêbûn. Derba giran xwarin.

REWŞA LI ÇAR ENIYAN

Piştî vê nirxandina giştî, li çar eniyan rewş çi ye?

Li eniya rojava gelek gund hatin rizgarkirin. Di destê wan de bi tenê çar gundên me mane. Li eniya rojava, me nuqteya beriya êrîşên 15'ê Îlonê derbas kirin. Me hemû gundên di wê demê de di bin kontrola me de bûn, bi dest xistin. Her wiha gundên Cade, Kube, Kasîmî jî di nav de kontrola deh gundên nû ket destê me. Li gelek herêman me xwe gihandin Çemê Firatê. Bi tenê xeta Şêxler û di vê çarçoveyê de çend gund man. Operasyonên me û pevçûn bi dijwarî dewam dikin. Yanî vê yekê dikarim bi hêsanî bêjim; li rojavayê Kobanê me xetên xwe yên beriya êrîşên 15'ê Îlonê derbas kirin. Hin gundên gelê me yê Ereb ê beriya niha li eniya rojava di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bûn, ji çeteyan hatin paqijkirin. Xwişk û birayên me yên Ereb ên li van gundan dijîn bi kêfxweşî paqijkirina gundê xwe ji çeteyan pêşwazî kirin û spasiyên xwe pêşkêşî hêzên YPG/YPJ'ê kirin.

'LI ENIYA BAŞÛR HEMÛ GUND HATIN RIZGARKIRIN'

Li eniya başûr hemû gund hatin azadkirin. Ti gund di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de neman. Tevî vê yekê sê gundên bi navê Nasiro, Xerûz û Cade li vê eniyê hatin kontrolkirin. Li vê eniyê bi qasî 2 kîlometreyan em nêzî pira Karakûzak in.

Li eniyên rojhliat û başûrrojhilat jî, me hînê bi temamî xwe negihandine xetên xwe yên beriya 15'ê Îlonê. Bi qasî 4 kîlometreyan em nêzî van xetên xwe ne. Em ê di demeke nêz de xwe bigihînin van xetên xwe jî. Li çar eniyan rewş bi vî rengî ye.

'LI KU GUNDÊ KURDAN HEBE EW DER WÊ BÊ AZADKIRIN'

Piştî xwegihandina van xetan operasyonên we wê dewam bikin?

Armanca me ne tenê azadkirina gundên di nava sînorê Kobanê de ne. Em ê hemû gundên Kurdan ên ku di dema rejîmê de ji aliyê rêveberiyê ve bi Til Ebyad, Reqqa û herêmên din ve hatin girêdan, azad bikin. Di vê çarçoveyê de armanca me ew e ku çiqas gundên Kurdan hebin hemû werin azadkirin.

'DAIŞ LI KU BE, EW DER HEDEFA ME YE'

Piştî azadkirina qadên we anîn ziman, li hemberî Til Ebyadê wê operasyonek we pêk were?

Plana me ya niha li ser azadkirina hemû herêmên Kobanê ye. Lê me ev yek ji her kesî re ragihand; hedefa me ne gelê Ereb û herêmên ew lê dijîn e. Hedefa me çeteya DAIŞ'ê ye. Lewma YPG, li ku dibe bila bibe wê herêmên çeteyên DAIŞ'ê lê ne hedef bigire û çeteyên DAIŞ'ê tine bike. Ev yek dibe ku Til Ebyad be, Reqqa be, Sirrîne be. Ji bo me DAIŞ li ku be, ew der di hedefa me de ye. Ev yek bi tenê bi dem û pêşketina me ya leşkerî ve girêdayî ye.

Gengaz e ku DAIŞ ber bi bajêr ve bi pêş bikeve?

Bila dilê gelê me rehet be. Eger çeteyên DAIŞ'ê karîbûya li Kobanê bima wê bima. DAIŞ'ê nekarî xwe li Kobanê bigire û piraniya wan jî îmha bûn. Hêza xwe ya mayî jî ji neçarî ji navenda bajêr vekişand. Çeteyên DAIŞ'ê ji gundan ne reviya. Xwest li ber xwe bide lê belê li hemberî pêngav û êrîşên me nekarî bisekine. Me li gundan ew eciqand û derxist. Lewma DAIŞ'ê kengî bixwaze nikare bê. Çeteyên DAIŞ'ê nikarin herêmê lê ne biparêzin, çeteyên bi pere tînin van herêman û zarokan didin şerkirin. Bila dilê gelê me rehet be, destûra YPG'ê nebe kes nikare li vê xakê bimîne. Bila her kes vê bi vî rengî zanibe.

'DESTÛRA ME NEBE KES NIKARE DI KOBANÊ RE DERBAS BIBE'

Dewleta Tirk ji bo Tirba Silêman Şah ji cihê lê ye veguhastîne, bi desteka YPG'ê operasyonek pêk anî. Lê belê Serokkomar û Serokwezîrê Tirk gotin, "Me ji kesî destek negirt û ev operasyon bi xwe pêk anîn." Hûn dikarin behsa operasyona Tirba Silêman Şah bikin?

Rastiya vê operasyonê li holê ye. Divê rayedarên dewlet Tirk vê rastiyê qebûl bikin û bînin ziman. Bêyî erêkirina YPG'ê ne hêsane ku di Kobanê re derbas bibin. Tiştekî bi vî rengî nepêkane. Ji bo vê operasyonê rayedarên Tirk û fermandarên YPG'ê pênc hevdîtin pêk anîne. Her wiha gelek hevdîtinên din jî hatin kirin. Nêzîkatiya me ya di vê mijarê de li ser bingeha însanî bû. Me ev yek weke tiştekî ku nabe, nenirxand. Leşker û sembolên milî yên Tirkiyeyê ku em weke cîran û dost dibînin li wir di bin xeteriyê de bûn, lewma diviyabû me alîkarî bida wan. Di vê çarçoveyê de me alîkarî û desteka xwe nîşan dan. Me rê vekir, her wiha me di tevahiya rê de ji wan re pêşengî kir. Di vê mijarê de me destek dan operasyonê, ji bo veguhastina leşkeran û sembolên gelê Tirk de me di vê çarçoveyê de alîkarî da. Diviyabû rayedarên dewleta Tirk jî ji YPG'ê re spas bikira û neketibûna nava helwesteke înkarê. Bi rastî li pêşberî nêzîkatiyên înkarê em matmayî man. Em cîran in û her tim amade ne destekê bidin. Lê belê tinehesibandin û înkarkirineke bi vÎ rengî ne rast e.

Operasyon, bi qasî ku dewlet û çapemeniya Tirk nîşan da gelo serketineke mezin a leşkerî bû?

Operasyon beriya her tiştî xwedî serketineke leşkerî nîne. Ji bo vê operasyonê eger mirov behsa serketinê bikin, dibe ku ew jî serketina dîplomatîk be. Di vê operasyonê de fîşekek bi tenê jî neteqiya. Di nava rastiyeke bi vî rengî de, kes nikare behsa serketineke leşkerî bike. Di dema operasyonê de me li cîhazên çeteyên DAIŞ'ê guhdarî dikir û me dît ku van çeteyan ji bo êrîş nekin ferman dane hev. Lewma ji xwe tê fêmkirin ku ji berê ve bi çeteyên DAIŞ'ê re hevdîtin kirine û di vê mijarê de li hev kirine. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin serketina dîplomatîk, kes nikare behsa serketina leşkerî bike. Di tevahiya operasyonê de hêzên me li dora pira Karakûzakê tedbîr girtin. Ewlekariya vê herêmê kirin. Pêşketina hêzên me ya li vê qadê, ji bo artêşa Tirk a di vê operasyonê de, bû ewlekarî. Li şûna ku spasiyên xwe pêşkêşî me bikin, ketin nava helwesteke berevajî.

'GUNDÊ AŞME JI BO DEMEKÊ HAT VEKIRIN'

Der barê qada li gundê Aşme ji bo tirbe lê were bicihkirin, di navbera we û dewleta Tirk de pêvajoyeke bi çi rengî bi rêve çû?

Ji bo veguhastina tirbê li gundê Aşme, bi PYD'ê re hin hevdîtin hatin krin û di encama pêvajoya îqnayê de biryar hat dayîn ku tirbe li vê qadê bê çêkirin. Tirbe heta di dema pêş de rewşeke ewle bicih bê, wê ji bo demekê li vir be. Cihê li gundê Aşme ji bo tirbê hat vekirin xaka Kurdistanê û Sûriyeya demokratîk e. Ev qad wê ji nirxên gelê Tirk re malûvaniyê bike û ewlekariya wê ji aliyê YPG/YPJ'ê ve tê kirin.

'SERKETIN NÊZ E'

Herî dawî mesajeke we heye?

Şer û berxwedana Kobanê dewam dike. Serketina Kobanê nêz e. Lê belê şer dewam dike, çete cih bi cih êrîş dikin. Hînê her tişt neqediya ye. Divê hestiyariya ji bo Kobanê dewam bike. Em tevahiya gelê xwe silav dikin.