KCD'ê bang li hêzê koalîsyonê û raya giştî ya navneteweyî kir

KCD'ê da xuyakirin ku DAIŞ a êrîşî gelê Suryanî-Asûrî Keldanî kiriye, nirxên mirovahiyê hedef girtiye û bang li hêzên koalîsyonê ya navneteweyî, sazî û raya giştî ya demokratîk kir, ku bikevin nava tevgerê.

KCD'ê da xuyakirin ku DAIŞ a êrîşî gelê Suryanî-Asûrî Keldanî kiriye, nirxên mirovahiyê hedef girtiye û bang li hêzên koalîsyonê ya navneteweyî, sazî û raya giştî ya demokratîk kir, ku bikevin nava tevgerê.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) der barê erîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelê Suryanî-Asûrî-Keldanî de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku çeteyên DAIŞ'ê dixwazin gelên Suryanî-Keldanî-Asûrî û Kurdên Êzidî ji cih û warên xwe koçber bikin û ev xal hat destnîşankirin:

'DEWAMA POLÎTÎKAYA QIRKIRINÊ'

"Pêkanînên çeteyên DAIŞ'ê yên komkujî û revandinê, ku tîne serê gelê me yê Suryanî, dewama polîtîkaya qirkirin û koçberkirina welatiyên Xiristiyan ên li Mûsil û Nînova ye.

Di encama êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî 35 gundên Asûrî-Suryanî yên li qiraxa Çemê Xabûrê yê li Hesekê de, piraniya wan jin, zarok û extiyarên Asûrî-Suryanî 350 kes hatin revandin, gund û dêr hatin şewitandin. Ji ber êrîşan bi hezaran Asûrî-Suryanî ji bo xwe ji komkujiyê rizgar bikin, xwe li bajarên Hesekê û Qamişlo girtine."

'ÊRÎŞA LI HEMBERÎ HEBÛN Û NIRXÊN MIROVAHIYÊ'

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Komkujî û êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî gelan, mîna ku di êrîşên li dijî bawerî, nasname, çand, nirxên mirovahiyê yên bi deh hezaran salan ên li bajarê dîrokî Nînova de derket holê, êrîşek li dijî bîr û mîrateya dîrokî ya mirovahiyê, êrîşek di esasê xwe de li dijî mirovahiyê bi xwe ye. Lewma divê demek ji ya din zûtir pêşî li vê hovîtiya li hemberî mîrate û nirxên hezaran salan û hebûna mirovahiyê êrîş dike, were girtin."

BANGA LI HÊZÊN KOALÎSYONÊ Û SAZIYÊN DEMOKRATÎK

KCD'ê bang li hêzên koalîsyonê yên navneteweyî, saziyên demokratîk û raya giştî ya cîhanê kir, ku li hemberî van êrîş û komkujiyên gefê li hebûna civata Xiristiyanan û gelê Suryanî dixwe, bikevin nava tevgerê û destnîşan kir ku rêxistina terorê DAIŞ, ne tenê li hemberî gelên li Rojhilata Navîn gefek li dijî tevahiya nirxên şaristaniyê yên cîhanê ye. KCD'ê got, "Em bang li tevahiya mirovahiyê dikin ku li hemberî rêxistina terorê DAIŞ'ê têkoşîna hevpar bimeşîne, bang li hêzên koalîsyonê dikin ku hîn bi xurtî destekê bidin Konseya Leşkerî ya Suryaniyan, Yekîneyên Parastina Xabûrê û berxwedana YPG/YPJ'ê."