‘DAIŞ êrîşî gundên Asûrî dike û dixwaze korîdora lojîstik veke’

Platforma Turabdîn daxuyaniyek da û diyar kir ku DAIŞ’a di sedsala 21’ê de wek siya reş ket ser cîhanê herî zêde bandorê li gelê mazlum dike.

Koma nîqaşê ya aktîvîst û rewşenbîrên Suryanî Platform Turabdîn got: “Dema li çavkaniyên DAIŞ’ê tê nihêrtin tê fêmkirin ku tola Kobanê tê girtin. Her wiha di wateya stratejîk de ev herêma di sînorê Tirkiyeyê de tê xwestin ku bê destgirtin û ji bo xwe korîdorek lojîstik vekin. Di van komkujî û bûyerên hovî de para rêveberiyên ku alîkariya xwe ji cîhadiyan kêm nake, heye.”

Platform Turabdîn daxuyaniyek nivîskî da û got ku di sedsala 21’ê de DAIŞ wek siya reş ketiye ser cîhanê û herî zêde gelê mazlum bi bandor dike û got: “ Hê xwîna 21 kakerên Kiptên Xiristiyan ji bo ku nanê xwe çûn Misir û Lîbyaye ziwa nebûye û mirovahî bi hovîtiyeke DAIŞ’ê ya nû re rû bi rû ye. Vê carê û carek din gelê me dîsa wek qurban hatin hilbijartin. Ji ber ku baweriya wan Xiristiyan e û welatê xwe terk nakin, gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî carek din berdêlê didin.Tevgera DAIŞ’ê ya li Nînova Şengal, Kobanê vê carê li Xabûrê xwe nîşan dide.”

Platformê wiha berdewam kir: “Di 23’ê Sibatê de DAIŞ’ê li dijî gundê Asûrî, Suryanî û Keldanî yên Xabûrê êrîş da destpêkirin û beşek dagir kir, bi hezaran mirov neçar ma koç bike. 150-200 welatiyên me yên ku nekarin birevin ji aliyê DAIŞ’ê ve dîl hatine girtin. Em ji jiyana wan bifikarin.Hinek gund û dêr hatine şewitandin. 6 welatî jî hatne şehîdkirin.

Ev qirkirina li 35 gundên Asûrî-Suryanî û Keldanî ya ligel çemê Xabûrê ne yekem e. Di 1915’an de li Colemêrgê qirkirina Seyfo pêk hat. Di 1924’an de sirgûnî Iraqê hatiye kirin û di 1933’an de li Iraqê bi komkujiya Simele dîsa qirkirin hatiye jiyîn. Di 1933’an de vê carê koçî Sûriyeyê kirine û li dora çemê Xabûrê gund ava kirin. Ev der veguhertin bihuştê. Lê li vê erdnîgariyê dîsa bûn hedef.

Dema li çavkaniyên DAIŞ’ê tê nihêrtin tê dîtin ku dixwazin tola Kobanê bigirin. Her wiha di wateya stratejîk de ev herêma di sînorê Tirkiyeyê de tê xwestin ku bê destgirtin û ji bo xwe korîdorek lojîstik vekin. Di van komkujî û bûyerên hov de para rêveberiyên ku alîkariya xwe ji cîhadiyan kêm nake, heye. Feraseta kesên zilmkar wê bê çalkirin. Yên li dijî vê zilmê bêdeng dimînin, dawiya wan nêz e.

Gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî ji hemû gelan û rêveberiyan li benda alîkariyê ne. Di dawiya her tiştî de em ê ne gotinên dijiminê xwe, bêdengiya dostên xwe bînin bîra xwe.”