Li rojhilatê Kobanê pevçûnên dijwar diqewimin

Li rojhilatê Kobanê di encama şer û pevçûnên dijwar de tankeke çeteyan û hin çekên giran hatin rûxandin, bi dehan çete hatin kuştin.

Li rojhilatê herêma Kobanê şer û pevçûn di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi dijwarî rûdidin. Di encama pevçûnan de tankeke çeteyan û hin çekên giran hatin rûxandin û bi dehan jî çete hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li derdora gundên Bexdik û Eydaniyê yên rojhilatê herêmê ji şevê din ve di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar rû didin. Di van êrîşan de çete çekên giran bikar tînin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ku di encama şer û pevçûnan de şervanên YPG’ê tankek, topavêjeke 57 û doçkeke 23 ên çeteyan rûxandine. Her wiha bi dehan çete hatine kuştin. Der barê hejmara kuştinên çeteyan de ji ber dijwarbûna peçûnan, agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Çeteyên DAIŞ’ê heta niha gundê Bexdik topbaran dike.