Baroya Çewlikê xwendekarên di greva birçîbûnê de ne ziyaret kir
Greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ya li dijî biryarên neheq, dewam dike.
Greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ya li dijî biryarên neheq, dewam dike.
Greva birçîbûnê ya xwendekarên Zanîngeha Çewlikê ya li dijî biryarên neheq ên rêveberiya Zanîngehê der heqê wan de girtiye, dewam dike. Serokê Baroya Çewlikê Abdûllah Alakûş da xuyakirin, ku parêzerên wan wezîfedar kirine, wê ji bo betalkirina cezayên li xwendekaran hatine birîn, dozê vekin.
Li Zanîngeha Çewlikê, greva birçîbûnê ya bêdeng û dorveger a endamên Komeleya Xwendekarên Zanîngeha Çewlikê (BUO-DER) li hemberî cezayên dîsîplînê hatiye destpêkirin, di roja 4. de ye. Serokê Baroya Çewlikê Abdûllah Alakûş û endamên Desteya Rêveberiya Baroyê, xwendekarên li avahiya Egîtîm-Senê di greva birçîbûnê de ne, ziyaret kirin.
Alakûş ragihand ku ew destekê didin grevê û anî ziman ku parêzerên wan wezîfedar kirine, amadekariyên xwe dikin ku ji bo betalkirina cezayên dîsîplînê yên bi neheqî hatine dayîn serî li Dadgeha Îdarî ya Elezîzê bidin. Alakûş diyar kir ku ew ê zexta li hemberî xwendekaran ti carî qebûl nekin û got, "Ne rast e ku ji ber tevlîbûna bîranînek an jî daxuyaniyeke çapemeniyê mafê perwerdeyê di vê astê de were astengkirin. Hevalên me yên xwendekar weke çareya dawî serî li greva birçîbûnê dane. Mirovek bê sedem û ji ber xwe ve nakeve grevê. Mirov li vir canê xwe datîne holê. Ji ber ku rêyeke din çareyeke din nemaye serî li vê dide. Lewma divê mirov li ser bifikire."
GEF LI XWENDEKARAN TÊ XWARIN
Serokê Şaxê Egîtîm Senê Metîn Kiliç jî diyar kir ku di destpêka bûyerê de ew sê caran bi Rektor re axiviye lê belê Rektor ji berpirsyariyê reviya ye. Kiliç anî ziman ku li Zanîngehê bi taybetî ji ber Şefê Ewlekariyê pirsgirêkên cidî hene û destnîşan kir ku Şefê Ewlekariyê yê tê gotin berê polîs bû, gef li xwendekaran xwariye.
XWENDEKAR: EM Ê DI CARÎ JI RASTIYA XWE VENEGERIN
Xwendekarên di grevê de ne ji ber serdanê spasiyên xwe pêşkêşî rêveberên Baroyê kirin û di mijara nêzîkatiya rêveberiya zanîngehê ya li hemberî wan de agahî da Serok û rêveberiya Baroyê. Xwendekaran dan xuyakirin ku ew ê ji rastiya xwe venegerin.