Li Basan û Kopê 5 kes hatin binçavkirin

Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Basanê 4 zarok hatin binçavkirin û radestî dozgeriyê hatin kirin. Li Kopê jî kesek hat binçavkirin.

Di encama operasyonên qirkirina siyasî de li Basanê 4 zarok hatin binçavkirin û radestî dozgeriyê hatin kirin. Li Kopê jî kesek hat binçavkirin.

Li bajarokê Findik ê navçeya Şirnex Basanê, di çarçoveya lêpirsîna li ser nivîsandina dirûşmên destekdayîna 6-8'ê Cotmehê yên li ser dîwaran, 11 kes hatin binçavkirin. Ji bo îfadeya welatiyan bê girtin danê vê sibehê bang li wan hat kirin ku biçin Qereqola Leşkerî ya Koçyûrdû û li vê derê hat îdîakirin ku welatiyan li ser dîwaran dirûşmên ji bo Kobanê, PKK, YPG û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nivîsandine. Ji nava van 11 welatiyan zarokên bi navê B.D. (16), Y.D. (14), H.E. (16) û A.E. (17) hatin binçavkirin û radestî Edliyeya Cizîrê hatin kirin. 7 kes jî serbest hatin berdan. Li dozgeriyê wergirtina îfadeya 4 zarokan dewam dike.

LI KOPÊ KESEK HAT BINÇAVKIRIN

Li navçeya Mûş Kopê, operasyonên binçavkirinê yên duh destpê kirin dewam dike. Li Taxa Zafer a Kopê, welatiyê bi navê Hebûn Topcû yê li salona sporê ya girtî bi hevalên xwe re danê êvarê futbol dilîst, hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Topcû yê sedema binçavkirina wî nehat zanîn birine Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Bedlîs Norşînê.