FKÊ bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji rewşa endamê FKÊ Alî Saçik ê beriya mehekê li Başûrê Kurdistanê hat binçavkirin û ji hingî ve hay jê nîne bi fikar in û bang li civata navneteweyî kir, ku ji bo Saçik bikeve nava tevgerê.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan li Ewropayê (FKÊ) bi daxuyaniyeke nivîskî bang li rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî kir, ku ji bo Saçik bikevin nava tevgerê.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku endamê FKÊ Saçik bi salan ji bo civata Êzidî xebitî ye û hat gotin, "Aqûbeta hevalê me hînê ne diyar e. Tevî ku zêdeyî meheke li Kurdistana Iraqê hatiye binçavkirin, heta niha kesî ew nedîtiye û ev yek me dixe nava fikaran. Ev binçavkirina ji bingeha hiqûqî bê par, binçavkirineke kêfî û siyasî ye. Bi girtinên bi vî rengî re derketiye holê ku rêveberiya Başûrê Kurdistanê ne xwedî rêxistinbûyîneke hiqûqî û demokratîk e, ne jî xwedî pîvana giraniya hêzane. Lewma em bang li rêxistinên mafên mirovan ên pêwendîdar dikin ku ji bo tavilê serbestberdana Alî Saçik bikevin nava hewldanan."