Nîqaşên ‘mirov dîrokê dinivîsîne yan jî şertên dîrokê mirovan dinivîsîne’ bila berdewam bike, şert û mercên şoreşgerî yên li Rojava didome her roj qehremaniyên nû diafirîne.
Di dîroka gelan û mirovahiyê de demên wisa hene ku, mirovanên mîsyona ku dîrokî nivîsiye, bi qehremanî an jî nirxên derketine holê dîrokê dinivîsin. Li gundê Tîl Hurmuz jina bi navê Vîdat a Asûrî jî yek kesên ku vê qehremeniyê temsîl dike.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tespîta ‘Em di destpêka dîrokê de, dîroka di roja me ya îro de veşartiye' kiribû. Di Şoreşa Rojava de çanda berxwedanê ya nirxê mezin a dîrokî a mirovahiyê li Kurdistan, herêmê û cîhanê daye qezenckirin, careke din nîşan daye ku lêgerîna azadiyê li ser van xakan çiqas bi kok e.
PÊŞÎ LI KOMKUJIYA HEYÎ GIRT Û HAT QETILKIRIN
Li Rojava di şert û mercên şoreşgerî yên sê salên dawî û berxwedana Kobanê de gelek mînakên qehremaniyê ku di şexsê Arîn Mîrxan de pêk hatiye derket holê. Li Tîl Temîr jina bi navê Vîdat ku bi eslê xwe Asûrî ye li dijî çeteyan qehremeniyaniyek mezin nîşan daye û wek berdewama çanda berxwedana Arîn Mîrxan û sembola israra azadiya gelê Asûrî di dîrokê de cihê xwe girt.
Çeteyên DAIŞ’ê her cihê ku ketinê ol, ziman, nijad û çand ji hev cuda nekir û êrîş nirxan kir, herî zêde jî di şexsê jinê de êrîşên nirxên civakê kir. Li cihên ku dagir kir, tecawizı jinan kirin, kirin kole û li bazaran firotin, di şexsê jinê de hewl da îradeya jinê bişikîne û çanda tecawizê pêş bixîne. Çanda berxwedana jinê ya li Rojava û Kobanê bilind bû moral da mirovahiyê û nirxên manewî pêşkêş kir. Ji ber vê yekê cîhanê mirovahiya pêşve çû di şexsê YPJ’ê de wek pîvan girt dest.
Çeteyan dema êrîşên Tîl Temir û gundê wê kir bi dehan Asûrî û Kurd qetil kirin û aqûbeta gelekan hê nayê zanîn.
Çeteyan dema êrîşî gundê Asûrî yê Tîl Hurmuz kir, Vîdat di nîzamiyeya gund de di parastina cewherî de cih digirt. Ji ber dizanî çete wê bikevin gund û komkujiya mezin pêk bînin, mewziya xwe berneda. Ligel teknîka mezin a çeteyan heta dawiya guleya xwe li mewziya xwe şer kir. Çar endamên çeteyan kuştin û pêşî li komkujiyê girt. Piştî cebilxaneya wê qediya ket destê DAIŞ’ê û hat qetilkirin. Jina bi navê Semîra ku xwarinên Satura ya parastina xweser a Asûrî bû jî bi Vîdatê re heman qeder parve kir.
DI PARASTINA XWESER DE BÛ
Vîdat a temenê wê nêzî 40 bû nezewicîbû û bi motosîkleta xwe digeriya, bi sekna xwe ya xweser di nava gelan de dihat qebûlkirin û di nava Kurdan de dihat hezkirin.
Piştî şoreşa Rojava pêşket di nava saziyên demokrat de cih girt. Di nava xebatên parastina xweser de cih girt û bi dayik û xwişka xwe re li gundê Tîl Hurmuz dijiya.