Rojnamevanên Kurd ên li Pirsûsê dixebitin, dema xwestin dîmenê polîsên hewl didan du kesan lînç bikin bikşînin, li lêdana polîsan rast hatin û piştî bi saetan hatin ragirtin, serbest hatin berdan.
Li navçeya Riha Pirsûsê hînê pêşnûme qanûna "Ewlekariya Hundir" ji meclîsê re derbas nebûye pêkanînên wê ketin meriyetê. Nûçegihanê DÎHA'yê Îbrahîm Polat, Edîtorê Azadiya Welat Bişar Dûrgût û Xebatkarê Rojnameyê Mûstafa Taşdemîr ên ku nûçe dişopandin ji aliyê polîsan ve rastî lêdana polîsan hatin, 5 seatan hatin girtin û pişt re serbest hatin berdan.
Rojnamevanên Kurd ên dengê çekê bihîstin û nîvê şevê çûn cihê bûyerê, dîtin ku polîsan wesayîta Muslum Aslan a ku hevsera wî jî tê de ye û li gorî îdîayan guhdariya hişyariya "raweste" nekiriye gulebaran dikin. Rojnamevanan bûyera li navenda Pirsûsê rû da ku polîsan hewl dan Aslan lînç bikin, qeyd kirin.
Di vê navberê de polîsan êrîşî rojnamevanên nûçe dişopandin kirin û bi lêdanê rojnamevan kirin binçavan. Rojnamevanên birin Qereqola Polîsan a Sûkê dîtin ku rûyê Aslan di nava xwînê de ye. Piştî 2 saetan rojnamevan birin nexweşxaneyê û rapora lêdanê girtin û rojnamevan Dûrgût ji ser hişê xwe çû. Rojnamevan piştî nexweşxaneyê careke din birin qereqolê û ji bo gîl nekin heta seat 04.00'an li qereqolê hatin girtin û piştî îfadeyan serbest hatin berdan.
Rojnamevan wê di nava rojê de biçin Dozgeriya Komarê ya Pirsûsê û giliyê polîsên li wan dan û ew bi saetan ragirtin, bikin.