Li Wanê rewşeke mîna ya girtîgeha Pozanti heye
Encamên lêkolîna HDP, DBP, Van TUYAD-DER û parêzeran a li ser îdîayên li girtîgehên Wanê, diyar bûn.
Encamên lêkolîna HDP, DBP, Van TUYAD-DER û parêzeran a li ser îdîayên li girtîgehên Wanê, diyar bûn.
Encamên lêkolîna HDP, DBP, Van TUYAD-DER û parêzeran a li ser îdîayên li girtîgehên Wanê, diyar bûn. Serokatiyên DBP û HDP'ê yên Bajêr der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin û gotin, "Em, AKP ya ku desteka wê ya ji bo DAIŞ'ê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn hişyar dikin, ku girtîgehan ji bo vê armancê bikar neyne. Îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokên me, çalakiyeke namerdî ye. Eger hûn naxwazin bibin hevparê vê namerdiyê vê bênamûsiyê, wê demê berpirsyaran tavilê derxînin holê û ceza bikin."
Serokatiyên DBP-HDP ên Wanê, der barê îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokên li girtîgehên Wanê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Desthilatdariya AKP'ê ya di bin maskeya ol de baweriyan ji bo hemû qirêjiya xwe bikar tîne, mixabin careke din bi tacîz û îstîsmara zayendî ketiye rojeva me. Di demeke ku hînê biryarên Pozanti nehatine cezakirin û tê xwestin zarokên mexdûr bi sedan salan bên cezakirin de, li girtîgehên Wanê pêkanînên xerab ên zarok pê re rû bi rû ne, derketin holê."
Encamên hevdîtina Hevserokên HDP-DBP ên bi mexdûrên pêkanîna xerab û îstîsmara zayendî, bi vî rengî ne:
"Girtiyê zarok R.K. di 5 rojên binçavkirî yên li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê de, li ser piyan hat hiştin, serî wî li dîwêr hat xistin, dengê girtiyên din ên elektrîk didan wan pê dihat guhdarîkirin, heqaret û sixêfên giran lê hatin kirin. Li gorî vegotinan, tevî ku li hemberî wî ti delîl tineye jî, bi hinceta ku li Geverê êrîşî kesekî ji bo tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibe kiriye, tê ragirtin.
Girtiyê zarok G.S. di 4 rojên binçavkirî yên li Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê de, di serî de cihên genîtal elektrîk dan bedena wî, tehde dan gunikên wî, lê wî dan, heqaretên giran lê hatin kirin, birçî hat hiştin û îşkenceyên giran lê hat kirin. Ji ber îşkenceyan neçar man sûcdariyên lê dihatin kirin qebûl bike. Tevî ku xwîn ji mîza wî tê jî, nehat tedawîkirin û îşkenceya lê hat kirin di raporan de cih negirt. Ji ber nikarî razê, doktor bi hinceta ku tenduristiya wî ya derûnî nebaşe ew şandin Elezîzê. Bi vê yekê re henekê xwe bi wî kirine. Li Elezîzê mehekê bi tena serê xwe di hucreyekê de hat ragirtin.
Pênc zarokên bi wan re hevdîtin hat kirin anîn ziman ku li kûrsa berberiyê û mûayeneya diranan, wezîfedarên girtîgehê hewl dane wan îqna bikin ku tevlî DAIŞ'ê û Hîzbûllahê bibin. G.K. ê sewqî Elezîzê hat kirin jî, kesekî li vê derê ji xwe re digot meleye, telqîn daye wî ku destekê bide DAIŞ'ê.
Di dema mûayeneya diran û rûniştinên dozê de leşkeran heqaretên giran li wan kirin, gef li wan xwarin û di ketin û derketinê de bi awayekî tazî li ser wan geriyan.
Ji mafên xwe yên herî xwezayî û hêsan ên weke derketina hewşê, xwendina rojnameyê û temaşekirina li TV, bêpar tên hiştin."
'DI BINÊ ÇAVAN Û GIRTÎHGENA DE JI BO TEVLÎ DAIŞ'Ê BIBIN TÊN TEŞWÎQKIRIN'
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser îşkenceyên li girtîgehên din ên Tirkiyeyê û hat gotin, "Li girtîgehên weke Şakran û Tekîrdagê, îşkence bi awayekî vekirî nîşan dide ku Hikûmeta AKP'ê polîtîkayên xwe yên herî qirêj li hemberî girtiyên siyasî yên jin û zarokan dimeşîne. Yek ji cihên ku ev polîtîka bi awayekî herî hovane lê tê meşandin Wan e. Hêzên ewlekariyê yên di protestoyên demokratîk de welatî girtin û îşkence li wan kirin, desthilatdariya AKP'ê her tim parastin û derketin pêşberî edaletê. Heman pêkanîn û polîtîka li girtîgehan jî dewam dikin. AKP a ku çeteyên DAIŞ'ê yên li girtîgehan serbest berda, girtiyên siyasî yên li ber mirinê ne, ji ber hêrs û nefreta xwe ya li hemberî civakê, bernade. Mixabin AKP bi vê hêrsê re bi hezaran mirovî teşwîq dike ku tevlî çeteyên DAIŞ'ê yên li Sûriye û Iraqê bibin. Di hemû gotin û axaftinên zarokên ji me re peyivîn de tê dîtin ku li girtîgehan rêxistinbûyînên teşwîq û organîzekirinê hene ku zextê li girtî û mehkûman dikin da ku tevlî DAIŞ'ê bibin. Ev rêxistinbûyîn ne tenê li Wanê ne, li herêmên din jî hene."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku niha bi Pêşnûme Qanûna 'Ewlekariya Hundir' re hewl tê dayîn faşîzmê bixin meriyetê û hat gotin, "Em, AKP ya ku desteka wê ya ji bo DAIŞ'ê ji aliyê cîhanê ve tê zanîn hişyar dikin, ku girtîgehan ji bo vê armancê bikar neyne. Îşkence û îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokên me, çalakiyeke namerdî ye. Eger hûn naxwazin bibin hevparê vê namerdiyê vê bênamûsiyê, wê demê berpirsyaran tavilê derxînin holê û ceza bikin. Di serî de Rêxistina Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Navneteweyî, em bang li Komîsyona Lêkolînkirina Mafên Mirovan a Meclîsê ya li pêşberî vê pêşnûme qanûna 'ewlekariya hundir' bê deng e, bang i hemû saziyên civakî yên sivîl û raya giştî ya demokratîk dikin û li hemberî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin."