YPG'ê nasnameya cangoriyekî xwe yê Awûstûralyayî aşkera kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku şervanekî YPG’ê yê Awûstûralyayî di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li herêma Til Hemîsê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî hêzên YPG’ê yê Awûstûralyayî (Bagok Serhed) ê bi navê Asê Johnston ku di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da aşkera kir kir. Di daxuyaniyê de hate gotin ku Johnston di nava YPG’ê de wêneyekî bedew ê gelê Awûstûralya nîşan dida.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber ku hêzên YPG’ê û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî ji bo parastina nirxên mirovahiyê li dijî çeteyan dane meşandin, têkoşer Johnston berê xwe da Rojava û cihê xwe di berxwedanê de girt.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Johnston ji Serêkaniyê heta Şangalê li gelek deveran berxwedan da meşandin û herî dawî li herêma Til Hemîsê bi lehengî li dijî çeteyan li ber xwe da û jiyana xwe ji dest da.
Di dawiya daxuyaniyê de li ser navê hêzên YPG’ê sersaxiya Malbata Johnston û tevahî gelê Australî hate xwestin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya Johnston wiha ye: "Asê Johnston bi nasnav Bagok Serhed ê li Awûstûralya ji dayik bû, di 23'ê Sibata 2015'an de li gundê Xesan ê Til Hemîsê jiyana xwe ji dest da."