PGDM’ê êrîşa li dijî gundên Asûrî şermezar kir
PGDM’ê êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pêk hatiye şermezar kir.
PGDM’ê êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pêk hatiye şermezar kir.
PGDM’ê êrîşên DAIŞ’ê ya li dijî gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pêk hatiye şermezar kir.
Partiya Guherîna Demokratîk a Mezopotamyayê (PGDM) daxuyaniyek nivîskî da û êrîşên DAIŞ’ê yên li herêma Xabûrê li dijî gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî pêk hatiye şermezar kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em kesên şehîd ketine bibîr tînin. Êşa malbatên hatine revandin bi gelê xwe re parve dikin. Her ku li Rojhilata Navîn berjewendiyên polîtîk emperyal pêş bikevin, wê bi xwe re rejîmên hevkar û paşverû pêş bixîne û ev rejîm jî bi sed salane li ser gelan bûne bela.”
PGDM’ê got ku gelê Asûrî, Suryanî û Keldanî, di 1915’an de di bin qirkirinek mezin de derbas bûne û wiha pêde çû: “Îro tiştên li Xabûrê li ser gelê me hatiye jiyîn, tiştên li Nînova, Şengal û Kobanê hatiye jiyîn, ji komkujiya sala 1915’an cuda nîne. Di rastiyê de yekane ferqa wê ev e ku perspektîfa demokratîk a şoreşgeriya Rojava-Gozarto û yekîtiya gelan e. Li herêma Xabûrê gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî û Kurd li dijî terora DAIŞ’ê têdikoşin û şehîdên di vê rê de çûne jî yekîtiyê xurtir dikin. Em berxwedana gelê xwe û piştgiriya YPG’ê silav dikin. Ev rastiya dîrokî perspektîfa siyasî ya gelê me dibe jiyanek bi r3umet tarîf dike.
Ger îro ji aliyê AKP’ê ve li dijî gelê me êrîş pêk tên sedema wê ev e ku gelê me perspektîfa demokratîk dişopîne û serî natewîne.
PGDM'ê bang li raya giştî ya cîhanê kir ku li dijî êrîşên DAIŞ, El Nusra û AKP’ê divê tedbîr bên girtin. Em daxwaz dikin ku ji bo kesên di destê van hêzên faşîzan de bên rizgarkirin.”