Zarokên malbatên Kobanê ku neçar man Kobanê terk bikin û hatin gundê Çort ê Pirsûsê ku hatibû terkirin, bicih bûn, ên temenê wan di navbera 6 û 13’an de ji bo avê ji malbata xwe re bînin bi erebeya hespan a hespê wê tine ne 3 km rê diçin avê ji malbatên xwe re tînin.
Zarokên malbatên Kobanê ku neçar man ji ber êrîşên DAIŞ’ê koç bikin, dibin hêvî. Malbatên ku 6 meh e ji Kobanê dûr dijîn li benda banga vegerêne.
LÎSTIKAN DILÎZIN
Zarokên malbatên Kobanê ku neçar man Kobanê terk bikin û hatin gundê Çort ê Pirsûsê yê hatibû terkirin, bicih bûn, ên temenê wan di navbera 6 û 13’an de ji bo avê ji malbata xwe re bînin bi erebeya hespan a hespê wê tine ne, ji gundê Behtê ku 3 km ji malên wan dûr e diçin avê ji malbatên xwe re tînin. Bîdonên mezin tijî av dikin, li erebeya bê hesp dikin û çend zarok jî li cihên ku hesp pê ve tê girêdan bi cih dibin û erebeyê bi vî awayî dibin malên xwe yên ku bi destê xwe ava kirine.
Zarok vî karê zehmet rojê çend caran dikin. Ehmed Heso yê 11 salî got: “Her kes karê ku dikeve para wan dike. Ya para me dikeve jî ev e. Ger DAIŞ’ê êrîş nekiriba niha em li gundê, mala xwe û dibistanên xwe bûn. Lê YPG û YPJ wê wan rojan bîne.”
Gundê Çort di navbera gundê Qop û Bethê de ye û li hemberî Kobanê ye. Zarok ji ber vê gelek kêfxweşin û ligel temenên xwe yên biçûk bê gazinc avê ji bo malbatên xwe dikişînin.