Piraniya bajarokê Til Hemîsê di bin kontrola YPG/YPJ'ê de ye

Endama Femandariya Giştî ya YPG’ê Sozdar Dêrik diyar kir ku piraniya bajarokê Til Hemîs niha di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ye.

Endama Femandariya Giştî ya YPG’ê Sozdar Dêrik diyar kir ku piraniya bajarokê Til Hemîs niha di destê hêzên YPG/YPJ'ê de ye.

Endama Femandariya Giştî ya YPG’ê Sozdar Dêrik di peywendiyeke xwe ya bi televîzyona Ronahî TV’ê re diyar kir ku piraniya bajarokê bajarokê Til Hemîs niha di bin kontrola şervanên wan de ye û operasyona paqijkirina bajarok ji çeteyan hîn didome.

Dêrik di axafintina xwe de got ku ew ê di demeke kurt de mizgîniya rizgarkirina Til Hemîsê bi giştî ji gelê xwe re ragihînin.

Dêrik her wiha di axaftina xwe de spasiya tevahiya welatiyên herêmê yên ku di operasyonê de alîkariya wan kirine, kir.