KURDISTAN
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Rêveberiya Tevgerê: Li gorî xwezaya pirsgirêkê ya ku tê xwestin bê çareserkirin, divê qanûnek bê derxistin ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk bike ku azadiya fikrî û rêxistinbûnê lê tam e.
KCK'ê di salvegera Şoreşa Rojava de daxuyanî da û got, "Gelê Rojavayê Kurdistanê destketiyên xwe hemû li ser xeta Rêber Apo bi dest xistiye. Wê ji niha û pê ve jî destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
DBP'ê encama civînên rêveberiya xwe aşkera kir
DBP'ê di civînên xwe yên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî de mijarên Rojava, darvekirinên li Îranê, 'Pakêta Ewlekariya Hundir', pêvajoya çareseriyê, xebatên şaredariyê û hilbijartin nîqaş kir û encamên van nîqaşan aşkera kir.
-
Ji Hevşaredaran peyama sersaxiyê
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji hemû hezkirî û xizmên nivîskar Yaşar Kemal û gel re sersaxî xwestin.
-
-
-
-
Tirkiye destekê dide êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Asûriyan
Asûrî-Suryaniyên li Til Temirê dijîn dan xuyakirin, ku beriya êrîşa DAIŞ'ê, çemê Xabûrê yê beriya 15 salan ji aliyê Tirkiyeyê ve bi bendan hatibû qutkirin, yekemcar hatiye berdan û destnîşan kirin, ku ev rewş rasthatinek nîne.
-
Li Hildesheimê çalakiya bîranînê
Ji bo gerîlayên HPG'ê Agît Demîr (Dilbirîn) û Ekrem Taştan (Zinar) ên di demên cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Hildesheimê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
-
-
-
-
Til Birak ji çeteyan hat paqijkirin
Hêzên YPG’ê ji şevê din ve ve li bajaroka Til Birak li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dane meşandin. Di encamê de bajaroka Til Birak jî bi temamî hate rizgarkirin.
-
-
-
Deh hezaran 18 şervanên azadiyê oxir kirin
Cenazeyên 18 şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Asayîşê û endamên Erka Xweparastinê ku di pevçûnên li Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke bi heybet ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi dirûşum û tîlîliyan spartin axê.
-
-
-
Fermandarê YPG'ê Esen bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Fermandarê YPG'ê Ferman Esen ê ku ji bajarê Maku yê Îranê û li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.
-
-
-
Ji artêşa Tirk li hember gerîla hewldana operasyonê
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku duh saaetên sibê leşkerên girêdayî qereqola girê Meymûn a li xeta Heftanîn xwestin li qadên derdorê operasyonekê pêk bînin, di encama gulebarana hişyariyê ya gerîlayan hêza operasyonê vekişiya
-
Adnan Efendî yê YPG’î jiyana xwe ji dest da
Adnan Efendî yê ku li eniya Rojhilat ya Kobanê di pevçûneke bi çeteyan re birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê îro di saetên sibê de jiyana xwe ji dest da.
-
-
Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Şengalê şerê di navbera hêzên HPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome. Di şer û pevçûnên rû dan, duh 2 îro çeteyekî DAIŞ’ê hatine kuştin.