Cenazeyên 18 şervanên YPG/YPJ’ê, endamên Asayîşê û endamên Erka Xweparastinê ku di pevçûnên li Til Temir de jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmeke bi heybet ku bi deh hezaran kes tevlî bûn, bi dirûşum û tîlîliyan spartin axê.
Cenazeyên endamên Asayîşê Elî Mehemed Ferman (Elî), Musa Hemid El-Hemed (Musa), Silêman Mehemed (Serbest), Îbrahîm Reşîd (Hogir), endamên Erka Xweparastinê Kawa Hisên, Eymen El-Ebdo, Hisên Kuleyb, Hisên Ehmed, Mehmud El-Bineyye, Ebdulezîz Salih, şervana YPJ’ê Jiyan Xelo (Viyan Cudî), şervanên YPG’ê Usman Şêxo (Heqî Welat), Lewend Berekat (Cesur Lewend), Sînan Îbrahîm (Şervan Til Temir), Rislan Seydo (Devrim), Ehmed Hesen (Xemgîn), Yasir Mehemed (Kendal Kobanê) û Bahoz Yusuf (Bahoz Til Temir) îro bi merasîmek bi heybet li Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê hatin definkirin.
Ji bo merasîma cenazeyan di saetên serê sibehê de ji bajarên Amûdê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê bi deh hezaran kes hatin navenda Dirbêsiyê û li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn.
Di nava girseya gel de Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yusuf, Serokê Meclîsa Rêveber Ekrem Hiso, Serokê Meclîsa Qanûnsaz Hekem Xelo, Endama Kordînasyona TEV-DEM’ê Henîfe Yusuf, serokên desteyan, endamên Lêvegera Siyasî, nûnerên partiyên siyasî, TEV-DEM, Saziyên Civaka Sivîl jî amade bûn.DIR-MERASIME-18-SEHIDAN-14
Girseyê piştre cenaze ji vir wergertin û bi karwanekî ku ji sedan tirimpêlan pêk tê birin Goristana Şehîd Rustem Cudî ya li gundê Berkevirê.
Li vir ji aliyê Fermandariya Erka Xweparastinê ve merasîma leşkerî hate lidarxistin. Di merasîma ku wêneyên cangoriyan hatin vekirin de bênavber dirûşmeyên ku dilsoziya bi cangoriyan re tînin ziman hatin berzkirin.
Piştre Serokê Meclîsa Rêveber a Cizîrê Ekrem Hiso, Cîgerê Serokê Desteya Parastinê Ebdilehed Gewriye, Endama Kordinasyona TEV-DEM’ê Henife Hisên, Endamê Lêvegera Siyasî Salih Gedo, Endamê Saziya Malbatên Şehidan a Til Temir Mehed Tahir, endamê Erka Xweparastinê Îmad Serêkaniyê ku di şerê Til Temir de birîndar bibû axivî.DIR-MERASIME-18-SEHIDAN-7
Di axaftinên ku bi Kurdî, Erebî û Suryanî hatin kirin de hate gotin ku axa Rojava bi xwîna cangoriyên Kurd, Ereb, Asûr, Auryanî hatiye avdan û îradeyek yergirtî derketiye holê. Axaftvanan destnîşan kirin ku tu hêzên çete û tarî nikarin vê îradeya hanê têk bibin û li hemberî van hewldanan têkoşîna azadiyê bê bilindkirin. Her wiha axaftvanan anîn ziman ku divê pêkhateyên herêmê li hemberî lîstkan hişyar bin û yekîtiya xwe xurt bikin, bi vê armancê jî gelên kurd, ereb û suryan destê hev bigirin.
Di merasîmê de navên cangoriyan jî yek bi yek hatin xwendin û malbatên wan hestên xwe anîn ziman.
Piştî axaftinan cenazeyên 16 cangoriyan bi dirûşm û tîliliyan de spartin axê.