Li Şengalê 3 çete hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Şengalê şerê di navbera hêzên HPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de didome. Di şer û pevçûnên rû dan, duh 2 îro çeteyekî DAIŞ’ê hatine kuştin.

Têkildarî şer û pevçûnan daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
Duh êvarî li hember çeteyên li derdora Taxa Jêr gerîlayên HPG’ê çalakiyek li dar xistin, di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin. Dîsa li hember çeteyên ku li heman taxê di nav tevgerê de bûn çalakiyek hatiye lidarxistin û di encama wê de çeteyek hatiye kuştin.
Dîsa duh bi şev gerîlayan li çeteyên li derdora Sîttî Zeynep di nav tevgerê de bûn dane. Hat ragihandin ku li vir herî kêm çeteyek birîndar bûye.
Hat diyarkirin ku duh bi şev li navenda Şengalê li hember nuqteyên ku çete lê bicih bûne gerîlayan bi çekên giran çalakî li dar xistine, encamên vê nehatine zelalkirin.
Îro danê sibê, saet nêzî 10:30’î li derdora Geliyê Silo çeteyekî DAIŞ ê dema dixwest kemînekê deynê ji aliyê gerîlayan ve hatiye ferqkirin û hatiye kuştin.