Yekîtiya Ciwanên Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê hate avakirin
Di kongreya ji nû ve avakirinê ya Tevgera Ciwanên Rojava de, Yekîtiya Ciwanên Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.
Di kongreya ji nû ve avakirinê ya Tevgera Ciwanên Rojava de, Yekîtiya Ciwanên Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê hat damezrandin.
Bi dirûşmeya “Xwedîderketina li berxwedana Arîn Mîrxan, misogeriya serketina bihara gelan e” duh kongreya jinûve avakirina Tevgera Ciwanan li Rojava bi amadebûna 325 nûnerên ji hemû bajar û deverên Rojavayê Kurdistan hate lidarxistin.
Kongre li Navenda Çand û Hunerê a Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlanê hate lidarxistin. Salona kongreyê bi wêneyên têkoşeran û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên wekî “Pêşengtiya ciwanan misogeriya serketinê ye” û “Me bi ciwanan destpê kir, em ê bi ciwanan bi ser bikevin.” hat xemilandin.
Di kongreyê de Serokê Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê Mihemed Fatimê û nûnerên Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger, Konfedrasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz, tevgerên ciwanan ên girêdayî partiyên di bin banê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û nûnerên ciwanên Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê beşdar bûn. Her wiha nûnerên buroya ciwanan a Desteya Niştimanî ya Ereban, Tevgera Ciwanên Welatparêz a Bakurê Kurdistanê, Saziya Malbatên Şehîdan, Tevgera Ziman û Perwerdeyê, Ciwanên Şengalê, Meclîsa Werzîşê yên Saziyên Civaka Sivîl û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan amade bûn.
Di kongreyê de li ser navê TEV-DEM’ê axaftinek hate, her wiha hin paragraf ji axaftinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin. Di kongreyê de li ser navên KCK’ê û Tevgera Jinên Ciwan, Desteya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê, Komîteya Ciwanan a Meclîsa Zagonsaz, Ciwanên Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê, Tevgera Ciwanên Bakurê Kurdistanê û Ciwanên Şengalê axaftin hatin kirin.
Di berdewama Kongreyê de raporên tevgerên ciwanan ên Rojava yên du salên borî hatin xwendin û pêşnûmeya hevpeymana tevgerên ciwanan hate nîqaşkirin û hat erêkirin.
Li ser pêşniyarên ku ji aliyê tevgerên ciwanên Rojava ve hatine pêşkêşkirin di kongreyê de biryar hate girtin ku saziyeke berfireh ku ji hemû tevger û rêxistinên ciwanan ên Rojava di bin navê “Yekîtiya Ciwanên Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê” û aleke taybet bi wê were pejirandin, hate girtin.
Kongre bi gelek biryaran bi dawî bû, hin ji biryarên hatine girtin ev in:
1- Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan asta têkoşînê bê bilindkirin.
2- Hemû tevgerên ciwanan li gorî hevpeymana Yekîtiya Ciwanên Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê û li gorî taybetmendiya her rêxistinekê tevbigerin.
3- Mîhrîcaneke ciwanan salane di 21’ê Nîsanê de bi navê têkoşer Hogir Kobanê bê lidarxistin.
4- Komên hunerî û çandî yên pispor li ser asta Rojava bêne avakirin.
5- Klûbên werzîşê yên ciwanan bêne vekirin û tîmên werzîşê yên pispor li ser asta Rojava bêne avakirin.
6- Têkoşîna li dijî êrîşên ku destketiyên şoreşa Rojava hedef digirin, bi israr bê domandin.
7- Asta perwerdeyên ramiyarî di akademiyên ciwanan de bê bilindkirin.
8- Rêxistin û çalakiyên çapemenî û ragihandina taybet bi ciwanan bê pêşxistin.
Kongre şevê din bi pêşkêşkirina belgefîlmekî der barê têkoşîn û çalakiyên ciwanan de û gerandina dîlanê û qîrîna dirûşmeyên dilsoziya bi cangoriyan re bi dawî bû.