Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku duh saaetên sibê leşkerên girêdayî qereqola girê Meymûn a li xeta Heftanîn xwestin li qadên derdorê operasyonekê pêk bînin, di encama gulebarana hişyariyê ya gerîlayan hêza operasyonê vekişiya. Hat gotin ku piştî vê bûyerê saetên êvarî ji qereqolê li hember qada Şehîd Kendal bi obus û hawanan bombardûmanek pêk hatiye.
Li gel vê artêşa Tirk duh saet nêzî 13.00’an li gundê Nevava yê girêdayî qada Cûdî ya Şirnexê û qada Rîsor a girêdayî herêma Besta operasyonek li dar xistiye. HPG’ê diyar kir ku operasyon bi kemîndanîna li herêmê didome.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku li ser Herêmên Parastinê yên Medya xebatên keşf û tevgera balafirên şer didome û ev agahî da:
“- 27’ê Sibatê ji saetên sibehê heta 28’ê Sibatê saet 02.30’î li herêma Heftanîn û xeta sînor keşf pêk hatine; 27’ê Sibatê saet di navbera 13:00 - 00:00 de tevgera balafirên şer hatiye dîtin.
27’ê Sibatê saet di navbera 18:30 - 19:00’an de li sr herêma Metîna tevgera balafirên şer hatiye dîtin. Dîsa saet di navbera 19.00-21.00’an de balafirên keşfê geriyane.
27’ê Sibatê saet di navbera 11:00 - 14:00’an de li xeta sînor a herêma Zapê bi awayekî zêde balafirên keşfê geriyane û saet di navbera 14:00 - 14:30’î de tevgera balafirên şer pêk hatiye.
Dîsa 27’ê Sibatê saet di navbera 14:30 - 16:30’î de li herêma Xakurkê, saet di navbera 14:00 - 14:30’î de li herêma Avaşîn tevgera balafirên şer hatiye dîtin.”