Ji bo gerîlayên HPG'ê Agît Demîr (Dilbirîn) û Ekrem Taştan (Zinar) ên di demên cuda de li nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Hildesheimê merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Di bîranîna ji aliyê aliyê NAV-DEM'ê ve hat organîzekirin de hejmareke zêde malbat û xizmên cangoriyan û Kurdistaniyên li herêmê amade bûn.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, nameya Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya ji bo malbatên cangoriyan nivîsandibû, hat xwendin.
Dûre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan li ewropayê (KOMAW) Salih Cizîrî peyivî û diyar kir, ku cangoriya bi dayîna berdêlên giran re Kurdê kole ji holê rakirine û niha dor hatiye azadbûna Kurdan.
Çalakiya bîranînê li dû axaftinan saet di 16:30 de bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.