Til Birak ji çeteyan hat paqijkirin

Hêzên YPG’ê ji şevê din ve ve li bajaroka Til Birak li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dane meşandin. Di encamê de bajaroka Til Birak jî bi temamî hate rizgarkirin.

Hêzên YPG’ê ji şevê din ve ve li bajaroka Til Birak li hemberî çeteyên DAIŞ’ê berxwedaneke mezin dane meşandin. Di encamê de bajaroka Til Birak jî bi temamî hate rizgarkirin.

Nûçegihanê ANHA’yê ji eniya berxwedanê ragihand ku hêzên YPG’ê ji serê vê sibê ve piştî ku şervanên YPG’ê û YPJ’ê bajaroka Til Hemîs rizgar kirin, berê xwe dane bajaroka Til Birak û li vir jî li dijî çeteyên DAIŞ’ê rêzeçalakî li dar xistin. Di encama van çalakiyan de bajaroka Til Birak bi temamî hate rizgarkirin

Her wiha di encama çalakiyan de bi dehan çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û çete cenazeyên xwe li pey xwe dihêlin û direvin.