Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê têkildarî îdîayên îşkence û îstîmara zayendî ya li hemberî zarokên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê pêk tên li ber girtîgehê çalakî li dar xistin û îdîa şermezar kirin.
Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê têkildarî îdîayên tacîz û êrîşên zayendî yên li dijî zarokên girtî yên li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dimînin li ber girtîgehê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên HDP û DBP'ê, Parlementerê HDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, TUAYD-DER, Dayîkên Aştiyê, KJA û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankartên "Bila girtîgehên zarokan bên girtin" û "Dest ji êrîşên nijadperest, faşîst ên li hemberî girtiyên siyasî berbidin" hatin vekirin û dirûşmeyên "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" hate berzkirin. Hevseroka Rêxistina HDP'ê ya Wanê Derya Hayva daxuyanî xwend û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê ya di bin navê olê de hemû qirêjiyan dike careke din bi tacîz û îstîmara zayendî hatiye rojeva me. Hê kiryarên Pozantiyê nehatin cezakirin li Wanê heman pêkanîn derketin holê."
Hayva anî ziman ku bi mexdurên rastî îstîmara zayendî û muameleyên xerab hatin re hevdîtin pêk anîn û di hevdîtinê de nîşaneyên gelek wehîm derketin holê. Hayva da zanîn ku îşkence, tacîz, sîxortî û zextên tevlî çeteyên DAIŞ'ê bibin li ser wan pêk tên û wiha axivî: "Îşkenceyên li girtîgehên Şakran û Tekîrdagê û girtîgehên din pêk tên dide xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê polîtîkayên xwe yên qirêj li ser girtiyên siyasî yên zarok û jin dixwaze pêk bîne. Ji cihên herî bi hov ev polîtîka pêk tên yêj jî Wan e. Polîsên welatiyên tevlî çalakiyên demokratîk bûn girtin û îşkence li wan kirin li girtîgehan jî heman pêkanînan li hemberî wan pêk tînin."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.