Şervanê YPG’ê Adnan Efendî li Kobanê hat defnkirin

Cenazeyê şervanê YPG’ê Adnan Efendî (Mazlûm Kobanê) li gundê yê Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hat defnkirin.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Adnan Efendî (Mazlûm Kobanê) li gundê yê  Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hat defnkirin.

Şervanê YPG’ê Adnan Efendî yê li eniya rojhilat a Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê birîndar bû ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Riha vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Efendî ji aliyê malbatê ve hat wergirtin û ji bo defnkirinê ber bi Kobanê ve ket rê.

Şervanê YPG’ê Adnan Efendî yê li eniya rojhilat a Kobanê di şerekî li hember çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Girê Spî gundê Bexdik birîndar bû ku anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Riha vê sibehê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Efendî ku anîn avahiya HDP’ê ya Pirsûsê li vir ji aliyê malbatê hat wergirtin, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê (Kobanê Serxet) re ji bo li Kobanê bê defnkirin ket rê.

Cenazeyê şervanê YPG’ê Mazlûm Kobanê yê saetên nîvro ji Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanê hat kirin, ji aliyê gelê Kobanê ve hat wergirtin û li Goristana Şehîd Dîcle ya li gundê Têrmîk hat defnkirin.