Xizmên windayan careke din edalet xwestin

Li Amed, Êlih, Gever û Cizîrê xizmên windayan careke din derketin qadan û hesabê xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn.

Li Amed, Êlih, Gever û Cizîrê xizmên windayan careke din derketin qadan û hesabê xizmên xwe yên hatin windakirin pirsîn.

AMED

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteyî li Parqa Koşuyoluyê li dar xistin. Ligel rêveberên ÎHD'ê, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û aqubeta Cuneyt Aydinlar ê ku di sala 1994'an de hate windakirin hate pirsîn. Rêveberê ÎHD'ê Prz. Abdullah Zeytun diyar kir ku ligel bi salanin ji bo windayan peyda bikin çalakiyan li dar dixin lê heya niha dewletê tu gav nevaêtin. Zeytun anî ziman ku ji Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê Kîraz Şahîn 20 salbûn têkoşîna dadê dimeşand û jiyana xwe ji dest da.

Zeytun da zanîn kuu bi paketa ewlehiyê dibe ku bûyerên windabûnê yên nû pêk bên û divê demildest hikûmet paketa ewlehiyê paşve bişînîne.

Piştî axaftinê çîroka Cuneyt Aydinlar ê ku di 28'ê sibata 1994'an de dema zanîngeh dixwend li Stenbolê hate binçavkirin ji aliyê xizmê wî Firat Mercan ve hate vegotin. Mercan diyar kirk u Aydinlar dema li Stenbolê zanîngeh dixwend ji aliyê polîsên sivîl ve li nava kolanê hate binçavkirin û hêj dernexistin edliyeyê bi hinceta cih nîşan bide bi tevlîbûna 20-30 polîsan birin malekê ya li Beyoglu lê piştî wê rojê heya niha tu agahî jê nayên girtin. Mercan anî ziman ku xwediyê malê û şahidên bûyerê gotin çavên Aydinlar girtîbûn û çokên wê bi xwîn bûn. Mercan da zanîn ku ligel van gotin polîsan girteka reviyan girtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.

ÊLIH

Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" çalakiya xwe ya heftene di 116'min de li dar xistin. Çalakî li ber Parqa Ataturkê pêk hat. Di çalakiyê de endamên îHD'ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, KURDÎ-DER, MEYA-DER, nûnerên saziyên civakî yên sîvîl û gelek amade bûn. Di çalakiyê de pankarta li ser "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" hati vekirin û wêneyên kesên hatin qetilkirin hatin hilgirtin.

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagadir diyar kir ku dewlet bêdengiya xwe ya li hember qirina xizmên windayan di parêze û helbet dê roj bê ku dewlet hesaba kujeran bide malbatan.

Endamê ÎHD'ê ya Êlihê Mesut Aydin daxuyanî xwend. Mesût anî ziman ku xizmên windayiyan ji sala 1995'an û şun de ji bo xizmên xwe yên hatinê winda kirin peyda bikin û hesaba wan ji dewletê bipirsin li qadan in, lê rayedaran heya niha tu tişt nekirine. Aydin li ser "Paketa Ewlehiyê" jî rawestiya û bilêv kir ku zagona ku tê nîqaşkirin salên 90'î tinê bira mirovan û teqez dê heman bûyer û windayên berê bên jiyandin. Aydin binpêkirina mafên girtiyan ên li Girtigehên Şakran û Muglayê jî bibir xist û wiha axivî: "Bi salan e ku di girtigehên Tirkiyê de mafên girtiyan tên binpê kirin, ligel van binpêkirinan, her roj agahiyên tacîz û tecawîza zarokan tê meclîse. Lê dewlet û rayedarên girtigehan li hember van hovîtiyan tu tişt nake û pirsgirêk nayên çareser kirin."

Piştî axaftina Aydin 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.

GEVER

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de aqubeta Zekî Yilmaz û Mehmet Yaşar ên ku hate qetilkirin hate pirsîn. Piştî rêzgirtinê Nûnerê ÎHD'ê yê Geverê Muhyettîn Unal axivî û xwest ku girtiyên nexweş serbest bên berdan.

Piştre çîroka Zekî Yilmaz ji aliyê birayê Reşît Yilmaz ve wiha hat vegotin: "Di sala 1994'an de Zekî hate binçavkirin û piştî îşkenceyan serbest hat berdan. Lê 2 roj şunda carek edin hat binavçkirin û ligel hemû lêgerînan me peyda nekir. 20 roj şunda me cenazeyê wî li nêzî gundê Manîsê dît. Bi awayekî hov hatibû qetilkirin. Berpirsiyar Serokwezîrê wê demê Tansu Çîller, Serfermandar Dogan Gureş, rayedarên Partiya Refah, Partiya Dogruyol, Partiya Anavatanê, Fermandarê Tabura Geverê Mehmet Emîn Yurdakul, midûrê polîsan wê demê, qeymeqam, sercerdevan, tîmê taybet Enver Çirak, Fermandar Bulent Yetut, Îtîrafkar Kahraman Bîlgîç û midûrê saziya masî û coşt bûn lê nehatin darizandin û doz ji ber demboriyê ket. Me jî doz bire DMME'yê."

Çîroka Mehmet Yaşar ê ku 2 roj piştî merasîma cenazeyê Zekî Yilmaz ji aliyê polîs û leşkeran ve li mala xizemî xwe hate binçavkirin û careke din tu agahî jê nehatin girtin jî kurê wî Renas Yaşar wiha vegot: "Dema bavê min hatin windakirin 32 salî bû û di wê demê de em 5 xwîşk û birabûn. Yê herî mezin 10 salî bû. Li Geverê hevalê bavê min Zekî Yilmaz hate binçavkirin û cenazeyê wî li gundê Manîsê hat dîtin. Bavê min tevlî merasîma cenazeyê hevalê xwe bû. Lê hinek nasên bavê min ên tevlî cenaze bûn ji bavê min re gotin 'Tu here, dê te jî bibin' Li ser vê yêkê bavê min ji merasîma cenaze veqetiya. Lê dema dît ku tê şopandin çû mala nasekî xwe. Piştî zanî ku mala lê dimîne hate tesbîtkirin êvarê çû mala xizmê me Yusuf Bartin. Seat di 20.00'an de leşkeran tax dorpêç kir û 4 kesên sîvîl ên xwe weke polîs dan nasîn piştî kontrola nasnameyan ji bavê min re gotin, 'Em dê te heya emniyetê bibin. Îfadeyên te hene' Piştî bavê min birin me tu agahî jê negirtin. Ligel hemû lêgerînan û hewildanên me binçavkirin înkar kirin. Gelek caran polîs dihatin mala me û pirsa bavê min dikirin. Îtîrafkar Kahraman Bîlgîç di îfadeyên xwe de got 'Mehmet Yaşar li ser fermana Fermandarê Taburê Mehmet Emîn Yurdakul hate girtin û anîn taburê. Îşkenceyên gelek giran lê kirin û di encama îşkenceyê de hestiyên milên wî dihatin dîtin. Pişt re li helîkopterê siwarkirin û birin lê venegêrandin. Îxtîmalekî mezin di helîkopterê re avêtin.'"

CIZÎRÊ

Li Cizîrê Dayikên Şemiyê û xizmên windahiyan di hefteya 323'emîn de ji bo aqûbeta kesên hatine winda kirin bi pirsin li qada Hunerê de hatin cem hev. Dayikên ku ji bo şermezarkirina "Paketa ewlehiyê" bi cil û bergên gelerî tevlî çalakiyê bûn, vê hefteyê çîroka Omer Guvenê 1993'an de ji hêla JÎTEM'ê ve hate revandin û piştre jî hate gotin di nava wesayîta wî de şewitandin.

Li navçeya Cizîra Şirnexê Dayikên Şemiyê û xizmên windahiyan çalakiya xwe ya heftane bi tevlîbûna gelek welatiyan li qada Hunerê li dar xist. Di çalakiya heftanê ya 323'emîn de MEYA-DER, KURDÎ-DER, KESK, Egîtîm-Sen û rêxistinên DBP û HDP'ê amade bûn. Dayikan wêneyên kesên ji hêla JÎTEM'ê ve hatine windakirin rakirin û pankarta "Albûma şehidan" li qadê vekirin. Welatiyên tevlî çalakiyê bûn ji bo nerazibûna xwe ya li dijî "Paketa ewlehiyê" nîşan bidin cilên xwe yên netewî li xwe kiri bûn û her wiha di çalakiyê de rûyê xwe bi poşiyan girtin. Li ser navê Dayikên Şemiyê vê heftiyê dayika Ayşe Gûven çîroka windakirina hevjîna xwe Omer Gûven vegot.

Ayşe Gûven da zanîn ku hevjîna wê ji hêla JÎTEM'ê ve hatiye qetilkirin û wiha got: "Di sala 1993'an de hevjînê min Omer Gûven ji bo biçe karê xwe yê li Şirnexê ji malê derket û êvarê venegerya malê. Roja din me lêpirsin kir ka hevjîna min li ku ye. Em pê hesiyan ku hevjîna min û hevalê wî Cemal Ozturk ji hêla JÎTEM'ê ve hatine qetilkirin û bi wesayita wî ve hatine şewitandin. Wextê hevjînê min hatiye qetilkirin keça min di zikê min de 3 mehî bû. Îro keça min li zaningehê dixwîne. Dewlet kujeran dizane lê bi zanistî wan aşkera nake. Em dixwazin berpirsyarên vê qetlîamê werin darizandin."

Piştî axiftinan 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat.