Ji Hevşaredaran peyama sersaxiyê

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji hemû hezkirî û xizmên nivîskar Yaşar Kemal û gel re sersaxî xwestin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji hemû hezkirî û xizmên nivîskar Yaşar Kemal û gel re sersaxî xwestin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, ji ber wefata nivîskar Yaşar Kemal daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di wêjeya Tirkiyeyê de me navekî giranbuha û hosta winda kir. Di roman, çîrok, hevpeyvîn û jiyana xwe de ne li cem Abdî Axayan, her tim li cem Înce Mehmedan cih girtiye. Vegotina vî navê hosta bi hevokan bi rastî jî gelekî zehmet e.

Lê ew ê ji bo me her tim weke gotina herî bedew, navê herî bedew, mirovê herî bedew ê ji Torosan deng veda, li dijî sîstem û cîhana newekhev serî rakir û ev yek bi mîlyonan xwendevanan re parve kir, bimîne.

Bila serê hemû hezkiriyên wî, hemû xizmên wî û serê gelê me sax be.

Di nava ronahiyê de razê, cihê wî xweş be."