Li Til Temir û Til Hemis çeteyên DAIŞ darbên giran xwarin

YPG’ê diyar kir ku operasyona Til Hemis bi serketî didome û 7 gundên din hatine rizgarkirin, li bajaroka Til Birak jî şer didome.

Navenda Ragihandina YPG’ê diyar kir ku operasyona Til Hemis bi serketî didome û 7 gundên din hatine rizgarkirin, li bajaroka Til Birak jî şer didome. Navendê destnîşan kir ku li Kobanê gundek hatiye rizgarkirin, li Til Temir jî di encama çalakiyan de 17 çete hatine kuştin. Navendê got ku di 24 saetên dawî de 2 şervanên YPG’ê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê operasyonên li Kobanê û Til Hemisê ya Kantona Cizîrê û çalakiyên li Til Temirê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku operasyona bi armanca rakirina tehdîda çeteyên DAIŞ’ê ya li ser kantona Cizîrê li Til Hemîs û derdora wê hatibû destpêkirin di roja 7’an de  bi serketî dewam dike.

Di daxuyaniyê de li ser operasyona Til Hemîsê ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên me duh piştî nîvro Til Hemîs ku DAIŞ’ê weke baregeha leşkerî bi kar dianî, rizgar kirin û pêşve çûna li gundan jî dewam dike. Hêzên me pêngava xwe ya li bakurê Til Hemîs dewam kirin û şevê din gundên Sebîl-Îl Kessas, Ebu Twêna, Xwêtla, Ebu Kibêr, Duêc, Hiseniyê û Fexariya ji çeteyan rizgar kirin.

Hêzên me di operasyona li Til Hemîs û derdora wê de, gelek çek û cebilxane desteser kirin. 3 termên çeteyan, 2 panzer, 2 kamyon, Hemmerek û wesayitek zirxî ya bi navê ‘Zîl’, topek obusê ya 122 mm, 3 topên hewanê yê 82 mm, tevî lûle û qaîdeya wê doçkayek 23 mm, doçkayek 12,5 û qaîdeya wê, 4 çekên buruno, 22 gulleyên hewanê yê 82 mm, 55 gulleyên hewanê yên 60 mm, 8 gulleyên obûsê, 7 roketên katuşa, 2 dûrbînên çekan, 104 mayinên destan, gelek alavên çêkirina çekan, cîhaz û alavên tenduristiyê hatine desteserkirin.

Hêzên me şevê din bi armanca rizgarkirina bajaroka Til Birak ê 31 kîlometre li başûr rojavayê Til Hemîsê û 32 km li bakur rojhilatê Hesekê ye, dest bi operasyonekê kirine. Hêzên me heta asteka girîng li nava bajarok pêşve çûne û şerê dijwar bi komên çete re dewam dike.”

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şevê din li hin deverên Til Temir di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de jî şer pêk hatiye û ev agahî hatin dayîn: “Li gundê Xerîta yê di navbera Til Temir û Hesekê de hêzên me li hemberî komên çete êrîşek pêk anîn. Di vê êrîşê de wesayitek leşkerî hatiye rûxandin, 6 çete hatine kuştin.

Hêzên me li nêzikî gundê Til Hirmiz jî, derb li komek çeteyên ku xwestin êriş bikin xistin. Li vir jî bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 2 çete hatine kuştin.

Li nêzikî pira Til Temir jî komên çete xwestin êrişekê pêk bînin. Piştî ku hêzên me bersiv dan şer destpê kir. Di vî şerî de wesayitek û doçkayek 23 mm hatin rûxandin û 9 çete hatin kuştin.”

LI KOBANÊ GUNDEK DIN HAT RIZGARKIRIN

Der barê operasyonên li Kantona Kobanê de jî di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Li Kobanê jî berxwedana li hemberî hewldanên dagirkeriyê di roja 166’emîn de di qonaxa serkeftinê de dewam dike.

Hêzên me şevê din li eniya rojava gundê Cedeydê bi operasyonekê rizgar kirin. Di şerê li vî gundî de gelek çete hatin kuştin. 4 termên çeteyan, 10 keleşnîkof, 100 jarjorên wan, BKC’yek, 2 roketên B7 û 20 bombeyên destan hatin desteserkirin.

Li gundê Derfilît ê li eniya rojhilat û derdorê jî êrişa çeteyan dewam dike. Şevê din çeteyan hewl dan bi 2 kamyonên bombebarkirî êrîş bikin. Hêzên me herdu kampyon jî di nava çeteyan de dan teqandin. Di şerê li vê herêmê de bi qasî ku hatiye tesbîtkirin 3 çete hatin kuştin. Hêzên me wesayitek leşkerî ya çeteyan jî desteser kirin.

Hêzên me li eniya başûr a Kobanê vê sibehê operasyonek nû dan destpêkirin. Operasyona li hemberî gundên Ceadê û Qûbê dewam dike.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava 24 saetên dawî de 2 şervanên YPG’ê bi qehremanî şer kirine û şehîd bûn.