Ji rêxistinên Ereb-Mihallemî ji bo HDP’ê piştgirî
Piştgiriya beşên cuda yên civakê ji bo HDP’ê didome. Serokê Komeleya Mihallemî Mehmet Alî Aslan diyar kir ku bernamzet e û bang li her kesî kir di bin banê HDP’ê de kom bibin.

Komeleya Mihallemî ya Mêrdînê, Komeleya Yekîtiya Ereban a Anadolu, Komeleya Erebên Mezopotamya ya Êlihê, Komeleya Mihallemî ya Êlihê, Komeleya Ahlemî ya Ereb a Hatay, Komeleya Tevgera Ereban a Anadolu ya Mêrdînê, Komeleya Mêrdîniyan Lubnan Beyrut, Koma Jinan a Mihallemî Ereb, Komeleya Demokratên Ciwan a Mihallemî, Platforma Mihallemiyan a Hollanda, rayedarên Komeleya Mihallemî ya Swêd Goteborg jî diyar kirin ku wê di hilbijartinan de piştgiriyê bidin HDP’ê.
'EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP’Ê’
Serokê Komeleya Mihallemî Mehmet Alî Aslan jî diyar kir ku li Rojhilata Navîn bikaranîna nasnameya Ereb û Îslamê serî li cinayet û komkujiyan didin û got, "Pêwîstî bi parlamenterên Ereb ên xîtabî Rojhilata Navîn û rêxistinên civaka sivîl ên li wir bikin hene. Ereb, Mihallemî, Suryanî û Kurd gelên herî qedîm ên herêmê ne. Li welatê me piştî Tirk û Kurdan wek koma herî mezin a etnîk gelê Ereb-Mîhallemî ku di Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê de bên temsîlkirin ez wer dihizirim ku wê pir watedar be."
Aslan ê got ji HDP’ê bernamzet e, bang li her kesî kir ku destek bidin HDP’ê.