Bergê sêyemîn ê pirtûka 'Jiyana min timî şer bû' derket

Bergê sêyemîn ê pirtûka 'Jiyana min timî şer bû' ya şoreşgera Kurd Sakîne Cansiz (Sara) a li Parîsê hat qetilkirin, ji Weşanên Mezopotamyayê derket.

Bergê sêyemîn ê pirtûkê, ku derketina ji girtîgehê, hatina Akademiya Mahsûn Korkmaz û dûre têkoşîna li çiyayên Kurdistanê ya Sakîne Cansiz vedibêje, di navbera salên 1996-97'an de qediya bû. Pirtûka li Dibistana Navendî ya PKK'ê hat çapkirin, ji nû ve hat sererastkirin û ji Weşanên Mezopotamyayê derket.

Yên dixwazin xwe bigihînin pirtûkê bi rêya navnîşana www.pirtuk.info dikare agahiyan peyda bikin.