Li ser sînor berxwedêr hatin silavkirin

Li gundên Miseynter û Elîzer ên Pirsûsê, di roja 168. a berxwedana Kobanê de berxwedêrên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Li gundên Miseynte rû Elîzer ên Pirsûsê, di roja 168. a berxwedana Kobanê de berxwedêrên YPG/YPJ'ê hatin silavkirin.

Girseya gel a li gundên Elîzer û Miseynter ên Pirsûsê nobeda li ser sînor digire, di roja 168. de berê xwe da Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê silav kir. Li gundên berxwedanê ku amadekariyên ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam dike, girseya gel bi destê hev girt û berê xwe dan Taxa Kaniya Kurdan û Kosikê. Çalakgeran alên PKK, KCK, YPJ, YDG-H vekirin, ji bo YPG/YPJ û Ocalan dirûşme qîriyan û hewl dan dengê xwe bigihînin Kobanê ya azad.

Li dû çalakiyê girseya gel paqijiya hawirdorê kir.