Tirkiye destekê dide êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Asûriyan

Asûrî-Suryaniyên li Til Temirê dijîn dan xuyakirin, ku beriya êrîşa DAIŞ'ê, çemê Xabûrê yê beriya 15 salan ji aliyê Tirkiyeyê ve bi bendan hatibû qutkirin, yekemcar hatiye berdan û destnîşan kirin, ku ev rewş rasthatinek nîne.

Asûrî-Suryaniyên ji me re axivîn gotin, "Rasthatina li hev a êrîşa çeteyan û bilindbûna ava çemê Xabûrê nîşan dide, ku di êrîşê de tiliya dewleta Tirk heye."

AVA XABÛRÊ JI BO DESTEKKIRINA ÊRIŞÊN DAIŞ'Ê HAT BERDAN

Şêniyê Til Temirê Asuriyê bi navê Yûnadan Nûviya Werdem ê 65 salî diyar kir ku beriya 15 salan va Xabûrê ji aliyê dewlet Tirk ve bi bendan hat qutkirin û anî ziman ku ava di dema êrîşên çeteyan de li Xabûrê bilind bû, ava baran û berfê nîne. Werdem ragihand ku desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên DAIŞ'ê li qada navneteweyî kifş bûye û da zanîn ku yek ji baskên ava Xabûrê xwedî dide ava Zîrganê ye û ev çavkanî jî li aliyê Tirkiyeyê ye. Werdem pirsa 'gelo vebûna pêşî vî çemî di heman demê de rasthatineke?' pirsî û got, "Bi armanca destekdayîna çeteyan, ava Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk ve beriya sê rojan hatiye vekirin."

Werdem da xuyakirin ku ew ji mirovên herî kevnar ên Til Temir in û anî ziman ku weke Asûrî wan erd firotine Kurd û Ereban jî bi salan li gel hev di rewşeke aştiyane de jiyane. Werdem diyar kir ku çeteyên li ser nave selefîtiyê hovîtiyê dikin, zerarê didin nirxên manewî û dijminatiyê derdixîne holê. Werdem ragihand ku ew dixwazin li ser xaka xwe bijîn û got, "Em ê ti carî dest ji xaka xwe bernedin û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin."

DAIŞ ÊRÎŞÎ NIRXÊN TEVAHIYA MIROVAHIYÊ DIKE

Ji hêzên asayîşa Xabûrê Besem Verdê jî da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî ol, ziman, nîjad û hemû çandan dike û got, "Ji ber hevkariya me ya bi Kurdan re dixwazin ji me tolê hilînin." Verdê diyar kir ku cihê tiştên DAIŞ dike li nava mirovahiyê nîne û pirsa "Çima êrîşî Asûriyan dikin?" kir. Verdê da xuyakirin ku çeteyan avêtin ser gundên Asûriyan, jin, zarok, extiyar dîl girtin û got, "Ji bo jiyaneke bi rûmet bi her awayî em ê têbikoş in." Verdê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê, li Til Hemîs û Til Birakê li pêşberî têkoşîna bi bandor a YPG'ê têk çûne, lê belê ji bo tolê hilînin êrîşî sivîlan, gundên Asûriyan dikin.

Verdê diyar kir ku Hêzên Parastina Xabûrê, konseya Parastinê ya Suryaniyan û Hêzên Asayîşê li hemberî çeteyan têkoşînek hevpar dimeşînin û bang li cîhanê kir ku di mijara komkujî û dîlgirtina Asûriyan de hestyar be. Verdê ragihand ku ew xeta li bakurê Xabûrê bi hêzên parastina hevpar re diparêzin û got, "Em bawerin ku Til Temir jî wê di demeke nêz de azad bibe û em ê çeteyan ji ser xaka xwe biqewirînin."

Beriya şeş rojan çeteyên DAIŞ'ê êrîşî gundên Asûran ên li bakurê çemê Xabûrê kiribûn, bi dehan Asûrî û Kurd ên li gundên Til Temirê qetil kiribûn û jin, extiyar û zarok jî di nav de bi sedan Asûrî dîl girtibûn.