HDP’ê ji bo Yaşar Kemal peyama sersaxiyê weşand
HDP'ê ji bo wefata Yaşar Kemal peyameke sersaxiyê weşand.
HDP'ê ji bo wefata Yaşar Kemal peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama bi îmzeya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag wiha ye: Em di nav xemginiya windakirina romannivîsê mezin ê cîhana me ya wêjeyê, hosteyê xwe de ne.
Yaşar Kemal wek wêjevanekî, rojnamevan û siyasetmedarekî şahidî ji sedsala 20. a erdnîgariya me re kiriye û bûye parçeyekî têkoşîna aştî, azadî û wekheviyê ya gelan.
Di roportaj û romanên xwe de, Yaşar Kemal ê têkoşîna destanî ya mirovê di nav zehmetiyan de vedibêje digot, “Dîreka navîn a jiyanê, berxwedana mirov e” mîrasa wî ya herî mezin a ji me re hêvî ye.
Berhemên wî ji bo nirxên însanî, têkoşîna aştî û edaletê wê wek çavkaniya îlhamê dewam bike. Em ji malbat, xizm û tevayî gelên me re sersaxiyê dixwazin."