DBP'ê di civînên xwe yên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî de mijarên Rojava, darvekirinên li Îranê, 'Pakêta Ewlekariya Hundir', pêvajoya çareseriyê, xebatên şaredariyê û hilbijartin nîqaş kir û encamên van nîqaşan bi encamnameyekê re aşkera kir.
Di encamnameya civînên 27-28'e Sibatê de hat argihandin ku rewşa li çar parçeyên Kurdistanê hatiye nirxandin û hat gotin, "Dewleta Îranê polîtîkayên xwe yên li hemberî Kurdan guhertiye û polîtîkayên xwe êdî li ser esasê qirkirina Kurdan dimeşîne." Di encamnameyê de hat ragihandin ku biryar hatiye stendin, li hemberî darvekirinên rejîma Îranê dike çalakiyên pêwîst werin lidarxistin.
Di encamnameyê de pêvajoya li Rojava dimeşe ji bo gelê Kurd erênî hat nirxandin û hat destnîşankirin ku rêveberiyên xweser gihaştine qonaxeke girîng û ji bo dema pêş modeleke rêveberiyê ye.
'PAKÊTA EWLEKARIYA HUNDIR'
Di encamnameyê de ji bo 'Pakêta Ewlekariya Hundir' hat gotin, "Pakêt li dijî tevahiya mûxalefeta civakî hatiye derxistin û di nav de tiştekî ku pê ewlekariya gel bicih were anîn, nîne. Berevajî, pakêteke ku kuştina bêdaraz a zarok, jin û ciwanan hêsan dike, ye. Pakêta hatiye amadekirin pakêta parastina Serokkomar e. Cihê fikaran e ku Serokkomarek li hemberî pêwîstî bi parastina xwe ya bi vî rengî dibîne."
'ŞAREDARIYÊN ME NE LI PÊŞBERÎ DEWLETÊ , LI PÊŞBERÎ GEL BERPIRSYAR IN'
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku di civînan de xebatên Şaredariyan li ser bingeha rexnedayînê bi awayekî cidî hatine nrixandin û hat destnîşankirin, ku pirsgirêkên li qadên rê, asfal û wesayîtên giştî yên gel de, wê di dema pêş de li gorî pêwîstiyên bingehîn ên gel ji nû ve werin nirxandin û çareserkirin.
Her ragihandin ku, berevajî partiyên siyasî yên klasîk, şaredariyên wan ne tenê li pêşberî partiya xwe û dewletê, di esasê xwe de li pêşberî gel berpirsyar in û hat gotin, ku bi vê têgihiştinê re Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk hatiye avakirin.
'NAMZET WÊ WERIN PERWERDEKIRIN, GIRANÎ JI XEBATÊN HILBIJARTINÊ RE BÊ DAYÎN'
Di encamnameya civînan de hat diyarkirin ku li gorî rastiya 'Civaka azad civaka zane ye' wê di dema pêş de bêhtir giraniyê bidin ser xebatên perwerdeyê û hat gotin ku biyar hatiye stendin di pêvajoya hilbijartinê de namzet werin perwerdekirin.
Di dewama encamnameyê de hat gotin, "Ji bo dema pêş, xebata bingehîn a komîsyona me ya rêxistinbûyînê wê xebata hilbijartinê be.
Di pêvajoya hilbijartinê de, ji bo serketina HDP'ê ku partiya me jî yek ji pêkhateyên wê ye, wê bi cidiyeteke mezin kar bê meşandin, li her qadê têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê were meşandin.
HEVSEROK: DIVÊ HIKÛMET PÊVAJOYÊ NEKE QURBANÊ HILBIJARTINÊ, BI LEZ GAVAN BIAVÊJE
Hevserokên DBP'ê Emîne Ayna û Kamûran Yuksek piştî civînên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî daxuyaniyek dan. Hevserokan bal kişandin ser qonaxa pêvajoya çareseriyê xwe gihandiyê û gotin, "Em nuqteya ku hevdîtinên bi Serok Ocalan re tên meşandin gihaştiye, gelekî watedar dibînin. Bi taybetî diyarkirina 10 xalên ji bo çareseriyê û daxuyaniya hevpar a heyetê û hikûmetê em gelekî girîng dibînin. Em van 10 xalan weke soza hikûmetê ya li pêşberî raya giştî dibînin."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Divê hikûmet pêvajoyê neke qurbanê hilbijartinê; gavên ji bo siyaseta demokratîk tavilê biavêje."