Kurdistaniyan rejîma Îranê li Danîmarkayê protesto kirin

Kurdistaniyan, rejîma Îranê ya girtiyên Kurd bi darve dike û zextên li Kurdan zêde dike, li Kopenhagenê protesto kirin.

Kurdistaniyan rejîma Îranê ya girtiyên Kurd bi darve dike û zextên li Kurdstan zêde dike, li Kopenhagenê protesto kirin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê, Kurdistaniyên bi pêşengiya PJAK'ê li hev kom bûn, ji ber darvekirina girtiyên Kurd û zextên li Rojhilatê Kurdistanê rejîma Îranê protesto kirin. Di çalakiya li ber Konsolosiya Îranê de bi zimanên Kurdî û Danîmarkî belavokek çapemeniyê hat xwendin û rejîma Îranê û cîhana li pêşberî darvekirinan bêdeng e hat protestokirin.

Di çalakiyê de tim û tim dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Li ser navê KNK'ê jî bi zimanê Farsî belavokek hat xwendin.

PARTIYA YEKÎTIYA SOR-KES DESTEK DA

Partiya Yekîtiya Sor-Kes Enhedslisten a destek da çalakiyê diyar kir ku ew ê di rojên pêş de polîtîkayên qirêj ên rejîma Îranê yên li hemberî Kurdan bixin rojevê.