Fermandarê YPG'ê Esen bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Fermandarê YPG'ê Ferman Esen ê ku ji bajarê Maku yê Îranê û li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li navçeya Bazîdê ji aliyê deh hezaran kesan ve hate definkirin.

Cenazeyê Fermandarê YPG'ê Ferman Esen (Dilbirîn Maku) ê ku ji bajarê Maku yê Îranê û li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji ber ku dewleta Îranê destura cenaze neda li navçeya Bazîdê ya Agiriyê hate definkirin. Cenazeyê Esen li duryana Wan-Ebexê ji aliyê sedan wesayîtan ve hate pêşwazîkirin û li navenda bajar jî ji aliyê hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Cenazeyê Esen li Parqa Ehmedê Xanî ji aliyê welatiyan ve hate hilgirtin û bi tevlîbûna esnafan ên dikanên xwe girtin dest bi meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wêneyên Esan hatin hilgirtin û dirûşmeyên “Kurdistan dê ji DAIŞ'ê re bibe gor", “Deşta Bazîdê hêlina Apocuyan", “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di merasîma cenaze de malbata Esen a ku ji Îranê hatî amade bû.
‘ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ ÊDÎ YEK IN'
Piştî wecîbeyên olî cenaze hate definkirin. Piştî rêzgirtinê Nûnerê MEYA-DER'ê yê Giyadînê Cenap Îlboga axivî û diyar kir ku gelê kurd berê çawa rastî komkujiya hatin jibîrnekiriye û wiha got: "Em dixwazin bibin şehîdê me yê dawî. Lê li Rojava çeteyên DAIŞ'ê dixwazin komkujiyan pêk bînin. Ev hevalê me ji Rojhilata Kurdistanê hat û li Kobanê têkoşîn da. Ev yêk jî dide xuyakirin êdî çar parçeyên Kurdistanê bûne yêk."
‘KOBANÊ KELEHA BERXWEDANÊ YE'
Hevserokê Rêxistina HDP'ê yê Bazîdê Nurî Çelîk jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ û dijminên kurdan dest dane hev û wiha got: "Îro me ciwanekî din ê xwe da axê. Em dibînin ku DAIŞ û dijminên kurdan bûne yêk. Li ser Kobanê lîstikên qirêj dilîzin. Serokkomar di her tim digot, 'Wê Kobanê bikeve' Ligel van lîstikên qirêj şehîdên bi rûmet Kobanê azad kirin. Kobanê neket. Kobanê bû keleha berxwedanê. Şehîdên me rûmeta me ne."
Piştî axaftinan girse derbasî Mala Şînê ya Îsmet Baycan bû.