Nasnameya 15 gerîlayan hat aşkerakirin

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 15 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 15 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, bi raya giştî re parve kir.

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan aşkera kir. 

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.

Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin."

'EM Ê HER TIM BI FERMANÊNW AN RE DILSOZ BIN'

Di daxuyaniya komîteyê de hat gotin, "Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, ji bo me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn."

Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."

NASNAMEYA GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Mahmût Yalçin bi nasnav Mahmûd, di sala 1971'ê de li Şirnexê ji dayik bûye, di sala 1997'an de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest daye.

Ahmet Bûdak bi nasnav Rêber, li Cizîrê ji dayik bûye, di sala 1989'an de Cûdî/Botanê jiyana xwe ji dest daye.

Alî Zeybek bi nasnav Şehmûs, li Şirnexê ji dayik bûye, di 01.09.1995'an de li Kanîmasî jiyana xwe ji dest daye.

Delal Ûgûrlû bi nasnav Axîn Newroz, di sala 1974'an de li Silopiyê ji dayik bûye, di 13.05.1998'an de li Kato Marînos jiyana xwe ji dest daye.

Mecît Akkûş bi nasnav Avareş, li Elkê ji dayik bûye, di sala 1989'an de li Botanê jiyana xwe ji dest daye.

Nîmet Erkan bi nasnav Mazlûm, li Silopiyê ji dayik bûye, di sala 1998'an de li Wan/Şaxê jiyana xwe ji dest daye.

Aydin Mukemre bi nasnav Aydin, di sala 1971'ê de li Şaxê ji dayik bûye, di 28.07.1990'î de li Elkê jiyana xwe ji dest daye.

Nîhat Yeşîlagaç bi nasnav Rizgar, di sala 1972'an de li Wanê ji dayik bûye, di 25.10.1991'ê de li Çelê jiyana xwe ji dest daye.

Nazim Gur bi nasnav Cîhan Faraşîn, bi sala 1980'yî de li Elkê ji dayik bûye, di sala 1996'an de li Kufra (Şîrvan) jiyana xwe ji dest daye.

Mahmût Zekî Gur bi nasnav Rûbar Faraşîn, di sala 1983'an de li Elkê ji dayik bûye, di 14.11.1996'an de li Tetwanê jiyana xwe ji dest daye.

Mehmet Alî Gur bi nasnav Kahraman Gewda, di sala 1980'yî de ji dayik bûye, di 05.02.1998'an de li Mêrdîn/Bagokê jiyana xwe ji dest daye.

Xezal Gur bi nasnav Axîn, li Wanê ji dayik bûye, di 28.04.1999'an de li Amed/Akdagê jiyana xwe ji dest daye.

Ubeydûllah Gur bi nasnav Dijwar, di sala 1972'an de li Wanê ji dayik bûye, di sala 1990'î de li Çelê jiyana xwe ji dest daye.

Dervîş Bozkûrt bi nasnav Mazlûm, di sala 1972'an de li Wanê ji dayik bûye, di 26.05.1989'an de li Zagrosê jiyana xwe ji dest daye.

Cemal Çelebî bi nasnav Abdûrrahman, di sala 1964'an de li Şirnexê ji dayik bûye, di 04.11.1992'an de li Heftanîn/Botanê jiyana xwe ji dest daye.