KCK: Divê hikûmet berpirsyariya xwe bi awayekî cidî bicih bîne

KCK: Rêber Apo, li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me, careke din firsenda çareseriya siyasî daye dewleta AKP'ê. Divê hikûmet vê carê berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me bi awayekî cidî bicih bîne. Gelên me li benda vê ne."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Beyana niyetê ya Rêber Apo, ku diyar kir eger li ser deh xalên di pêşnûmeya muzakereyê de destnîşan kir lihevkirin pêk were, kongreyeke nû ya ji bo dest jê berdana têkoşîna çekdarî dikare bicive, gaveke dîrokî ye. Li pêşberî pevçûna çil salan, li ber çav girtina vê bangê û bicihanîna wê, berpirsyariyên mezin datîne ser milê hikûmetê. Bi beyaneke bi vî rengî ya niyetê re bingeh û firsendeke girîng ji hikûmet û dewletê re tê dayîn ji bo demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê. Êdî ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd, ti hincet û astengî li pêşiya gavavêtinê nemaye. Gelê me û hemû derdorên hestiyar, bi vê beyana vînê re li bendê ne ku hikûmet û dewlet gavê biavêje. Eger ev daxuyanî girîng be -ku hikûmet bi hefteyan li benda daxuyaniyeke bi vî rengî bû- hingî divê hikûmet bi gavên şênber ên bingehîn û gavên siyasî yên cidî bersivê bide. Xemsarî û helwesta bêberpirsyarî ya di sala 2013'an de li pêşberî vekişîna gerîla hat nîşandan, divê bi ti awayî rû nede. Rêber Apo li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me, careke din firsenda çareseriya siyasî daye dewleta AKP'ê. Divê hikûmet vê carê berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me bi awayekî cidî bicih bîne. Gelên me li benda vê ne. Gelên me li benda vê ne. Ji bo bijarkeya şer û pevçûnê bi temamî ji holê rabe, ev pêwîst e. Tevgera Azadiyê ya Kurd heta roja îro kîjan gav pêwîst bû, avêtiye. Her gava ji niha û pê ve biavêje, bi helwesta AKP'ê ya li pêşberî pêvajoya nû û gavên biavêje ve girêdayî ye." KCK'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku divê heyetên muzakereyê werin avakirin, muzakere destpê bike û ji bo heyeta şopandinê vê pêvajoyê bişopîne xebatên pêwîst, bêyî derengmayînê werin destpêkirin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, "Rêber Apo, piştî hevdîtina bi rayedarên dewletê û heyeta HDP'ê ya li Îmraliyê re, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya pirsgirêka Kurd û çareseriya pirsgirêkên demokratîkbûyînê yên bingehîn xwestiye, bi beşdariya heyeta HDP'ê û rayedarên hikûmetê, daxuyaniyeke hevpar a dîrokî were dayîn. Li ser vê bingehê, daxuyaniyeke ku bingeha siyasî ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê xurt dike, hatiye dayîn."

KCK'ê diyar kir ku hewldanên çareseriya siyasî û demokratîk ên 20 salan ên Rêberê Gelê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de ketiye qonaxeke nû û got, "Bi vîna agirbest û derxistina gerîla ji nava sînorên Tirkiyeyê re xwestiye, hewldanên têkoşîna siyasî demokratîk a bi dehan salan meşand, bigihîne encamê. Hikûmetê bersiva pêwîst neda vê pêngava çareseriyê ya dîrokî, ku gelên Tirkiyeyê xist nava heyecaneke mezin û xwest vê firsenda dîrokî ji bo xurtkirina desthilatdariya xwe û qezençkirina hilbijartinê bikar bîne. Rêberê Gelê Kurd dît ku ji ber polîtîkayên AKP'ê yên agirbestê bê wate dikin ev pêvajo xetimiye, eger ev rewşa xetimandî ji holê neyê rakirin dibe ku ji nû ve pêvajoya şerekî dijwar destpê bike, lewma di Mijdara sala 2014'an de pêşnûmeya muzakereyê ya demokratÎk amade kir û hem pêşkêşî dewletê hem jî pêşkêşî Tevgera me kiriye."

'FIRRSENDEKE MEZIN Û ŞENSEKE NÛ'

Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Ev deh xalên di pêşnûmeya muzakereyê de hatin destnîşankirin, wê di 15'ê Sibata 2015'an de bihata muzakerekirin û bi encamkirin, piştî temambûna qonaxa yekemîn wê Rêber Apo li Meclîsê banga dest jê berdana têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê bikira. Bi vî rengî, piştî pêkhatina qonaxa duyemîn wê PKK kongreya xwe bicivanda û biryar bida ku dem hatiye dest ji têkoşîna çekdarî ya li hemberî PKK'ê were berdan.

Tevgera me di platformên rêxistinî yên pêwendîdar de pêşnûmeya muzakereyê ya Rêber Apo nirxand û biryar da ku bi temamî destek bike û berpirsyarî û xebatên vê nexşerêyê bicih bîne. Ev yek ji raya giştî re aşkera kir. Lê belê Hikûmeta AKP'ê careke din serî li taktîka mijûlkirinê da, ti ji gavên nexşeya rê neavêt, xwe nêzî muzakereyê nekir, teqwîm ji naverokê dûr xist û pêvajo careke din xetimand. Rêber Apo, li pêşberî vê rewşê, ji bo hewldaên çareseriya demokratîk û fedekariyên hatine kirin vala neçin û ji bo rewşa xetimandî ji holê rake, ket nav hewldaneke nû. Daxuyaniya dawî ya heyeta HDP'ê û rayedarên AKP'ê bi hev re li pêşberî raya giştî ya demokratÎk dan, şenseke nû û firsendeke mezin e ku Rêber Apo li ser navê gelê me, gelên me û tevgera me pêşkêşî dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê kiriye. Em vê daxuyaniya dawî, weke qonaxeke krîtîk û nû ya hewldanên çareseriya demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo tê meşandin dibînin û destnîşan dikin ku eger Hikûmet berpirsyariyên xwe bicih bîne, em ê jî berpirsyariyên xwe bicih bînin."

Di daxuyaniyê hat gotin, "Agirbesta me di Newroza 2013'an de îlan kir, tevî bersiva hikûmetê ya bi çêkirina qereqolan, rê û bendavên ji bo armancên leşkerî, girtin û gelek kuştinên kiryar dewlet, heta roja îro hat. Ev yek nîşan dide ku em çiqasî pêvajoyê cidî dibînin û bi çi rengî berpirsyariyên xwe bicih tînin" û ev xal hat destnîşankirin: "Daxuyaniya dawî berpirsyariyan datîne ser milê Hikûmeta AKP'ê û Tevgera me. Ji bo rêveçûna pêvajoyê bi awayekî erênî, eger hikûmet li pêşberî rewşa nû bi berpirsyarî rabe û pêwîstiyên van berpirsyariyan bicih bîne, em ji raya giştî re bi awayekî zelal radigihînin ku ji bo qewînkirina agirbesta me heta roja îro meşandin, em ê berpirsyariyên xwe bicih bînin. Agirbesteke qewînkirî jî bi tena serê xwe, ji bo avêtina gavên çareseriya demokratîk, bingeh û firsendeke girîng e."

'EV BEYANA VÎNÊ, BERPIRSYARIYÊN MEZIN DIDE HIKÛMET'

Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Beyana niyetê ya Rêber Apo, ku diyar kir eger li ser li ser deh xalên di pêşnûmeya muzakereyê de destnîşan kir lihevkirin pêk were, kongreyeke nû ya ji bo dest jê berdana têkoşîna çekdarî dikare bicive, gaveke dîrokî ye. Bi beyaneke bi vî rengî ya niyetê re bingeh û firsendeke girîng ji hikûmet û dewletê re tê dayîn ji bo demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê. Êdî ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd, ti hincet û astengî li pêşiya gavavêtinê nemaye. Gelê me û hemû derdorên hestiyar, bi vê beyana vînê re li bendê ne ku hikûmet û dewlet gavê biavêje. Eger ev daxuyanî girîng be -ku hikûmet bi hefteyan li benda daxuyaniyeke bi vî rengî bû- hingî divê hikûmet bi gavên şênber ên bingehîn û gavên siyasî yên cidî bersivê bide. Xemsarî û helwesta bêberpirsyarî ya di sala 2013'an de li pêşberî vekişîna gerîla hat nîşandan, divê bi ti awayî rû nede. 

Rêber Apo li gorî berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me, careke din firsenda çareseriya siyasî daye dewleta AKP'ê. Divê hikûmet vê carê berpirsyariya xwe ya li pêşberî gelên me bi awayekî cidî bicih bîne. Gelên me li benda vê ne. Gelên me li benda vê ne. Ji bo bijarkeya şer û pevçûnê bi temamî ji holê rabe, ev pêwîst e. 

'BEYANA NIYETÊ LI GORÎ GAVÊN BINGEHÎN Û MAYÎNDE YÊN AKP BIAVÊJE, HATIYE KIRIN'

KCK'ê got, "Weke ku tê zanîn vekişîna di sala 2013'an de, di berdêla gavên siyasî yên AKP biavêje de pêk hatibû" û ev xal destnîşan kir: "Beyana niyeteke ji bo dest jê berdana têkoşîna çekdarî, di berdêla gavên bingehîn û mayînde yên AKP ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê biavêje de hatiye kirin. Nêrîna 'ev beyana niyetê ya dîrokî bêyî berdêla siyasî hatiye kirin' tê wateya fêmnekirina pirsgirêka Kurd, ji nedîtî hatina pêwîstî û diyalektîka aştiya mayînde. Ku ev yek jî ji aliyê ti kesên alîgir, bêalî ve nayê qebûlkirin. Tevgera Azadiyê ya Kurd heta roja îro kîjan gav pêwîst bû, avêtiye. Her gava ji niha û pê ve biavêje, bi helwesta AKP'ê ya li pêşberî pêvajoya nû û gavên biavêje ve girêdayî ye. Lewma divê AKP bi berpirsyariya gavên ev daxuyaniya hatiye dayîn daniye ser milê wê, berpirsyariyên xwe bicih bîne."

'DORA SAMÎMIYET Û PÊKANÎNÊ YA AKP'Ê YE'

Di daxuyaniya KCK'ê de bal hat kişandin ser van xalan:

"Hikûmet û Serokkomar behsa samîmiyet û pêkanînê dikin. Hikûmetê bi israr xwest, beyaneke bi vî rengî ya niyetê bê kirin. Piştî agirbesta qewînkirî û daxuyaniya hat dayîn, dora samîmiyet û pêkanînê hatiye AKP'ê. Lewma em dixwazin destnîşan bikin ku em ê nêzîkatiyên hikûmeta yên li pêşberî rewşa nû û gavên biavêje bi baldariyeke mezin bişopînin. Naxwe wê ev bingeh û firsenda Rêber Apo afirandiye, careke din weke malzemeyeke hilbijartinê were bikaranîn. Eger ev beyana niyeta baş a dîrokî ya Rêber Apo kir, weke propagandayeke hilbijartinê were nirxandin, ev yek wê bibe mînaka bêberpirsyarî û neheqiyeke mezin li gelên me.

Siyaseta demokratîk rewşeek ku di avêtina gavên ji bo çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên demokratîkbûyînê û di rewşeke demokratîk de, hebe. Derxistina Qanûnên Ewlekariya Hundir ku tê wateya hîn bêhtir otorîtebûyîn, ji bilî xetimandina demokratîkbûyîn û rêya siyaseta demokratîk nayê ti wateyê. Lewma, vekişandina Pakêta Ewlekariya Hundir wê bibe nîşaneya destpêkê ya samîmiyet û pêkanînê. Di rewşeke berevajî de, wê helwesteke dijberê vê daxuyaniya ku tê wateya pêngaveke mezin a demokratîkbûyînê, hatibe nîşandan. Israra di Pakêta Ewlekariyê ya Hundir de, wê helwestek ne li gorî ruhê pêvajoyê be. Ev yek jî wê were wateya dewamiya gumanên gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara niyeta hikûmetê de.

'BÊYÎ DERENG BIMÎNE DIVÊ HIKÛMET RÊ BIDE KU RÊBER APO Û TEVGERA ME HEVDÎTINÊ BIKIN'

Daxuyaniya Heyeta HDP'ê û rayedarên AKP'ê nîşan dide ku hevdîtin û pêvajoya gihaştiye qonaxeke girîng. Li gorî pêwîstiyên vê daxuyaniya ku hikûmet jî tevlîbû, ji bo pêşvebirin û bi encamkirina pêvajoyê divê bêyî derengmayînê Rêber Apo û tevgera me li hev bicivin. Bi vî rengî wê cîdiyeta daxuyaniyê xurt bibe û di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de bawerî û destek zêde bibe. Li gel vê yekê, ji bo demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd, hevdîtina partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl bi Rêber Apo re, wê gaveke li gorî ruhê pêvajoyê be. Ev yek jî wê desteka civakî ya ji bo niyeta çareseriyê zêde bike û gelek kêmasiyan ji holê rake.

'DIVÊ MUZAKERE TAVILÊ BÊN DESTPÊKIRIN'

Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de eger qonaxeke girîng bi dest ketibe, divê heyetên muzakereyê werin avakirin, muzakere destpê bike û ji bo heyeta şopandinê vê pêvajoyê bişopîne xebatên pêwîst, bêyî derengmayînê werin destpêkirin.

Samîmiyet û pêkanînên hikûmetê wê vê yekê re xuya bike. Eger piştî daxuyaniya hat dayîn hikûmet gavan neavêje û nexîne pratîkê, hingî divê pêkanînên yek alî ji Tevgera Azadiyê ya Kurd neyê hêvîkirin, ji ber ku ev bendewarî wê ne siyasî, ne exlaqî, ne jî mafdar be. Li şûna cesaretdayîna pêkanîn û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd biavêje, eger hikûmet di mejî û ûslûbê xwe yê berê de israr bike, bi helwesteke nefsbilind fermanan bide, wê pirsgirêkên dîrokî çareser nebe. 

Serenavên muzakereyê ku naverok û esasê daxuyaniya dîrokî ye, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, di serî de pirsgirêka Elewiyan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civatên bindest û li derve hatine hiştin e. Ev daxuyanî tê wateya kûrbûna azadî û demokrasiyê, hestyariya dewletê li demokrasiyê û derxistina vîna demokratîk a tevahiya civakê. Pirsgirêka jinê û pirsgirêkên ekolojîk jî, ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêkên sereke yên divê werin çareserkirin e. Çareseriya pirsgirêkên ji ber neheqiya hatineyan û talankirinê, ji serenavên bingehîn ên demokratîkbûyînê ye. Lewma tevlîkirina hemû beşên etnîk, bawerî û civakî li pêvajoyê, yek ji ferzên ruhê daxuyaniya hatiye dayîn e.

'PÊWÎSTE HEMÛ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ XWEDÎ LI ASTA HEYÎ Û TÊKOŞÎNÊ DERKEVIN'

Ev yek zelal e; manîfestoya demokratîkbûyînê ya Rêber Apo di sala 2013'an de aşkera kir, pêşnûmeya muzakereyê ya di dawiya sala 2014'an de pêşkêş kir û daxuyaniya bi beşdariya rayedarên hikûmetê hat dayîn, li ser daneheviya jiyana azad û demokratîkbûyînê pêk hatine, ku ev danehevî di encama têkoşîna azadî û demokrasiyê ya bi dehan salan de berhev bûye. 

Yên ku ev daxuyanî li cihekî mirovên payebilind ên dewletê lê bû da kirin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd, sosyaslîst, demokratên Misilman, antî kapîtalîst, Elewî, civakên etnîk û baweriyan, jin û kedkaran e. Bi vîn û daxwaza hikûmet û dewletê nehatine vê qonaxê. Mîna li her cihî, ya ku dewlet û hikûmet aniye radeya lihevkirinê û xistiye wê rewşê ku vîna gelan li ber çavan bigire, li Tirkiye û Kurdistanê têkoşîna gel û civakan e. Ji ber vê yekê girînge hemû hêzên demokrasiyê, vê qonaxa heyî û rewşa siyasî weke encameke berdêl, ked û têkoşîna xwe bibînin û xwedî lê derkevin.

Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwazin, têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ji dehan salan û daneheviya azadî û demokrasiyê ya zêdeyî bîst sal in di çareseriya siyasî û demokratîk de afirandine, bi projeyên demokratîkbûyînê bibin serî. Divê ev têkoşîn di heman demê de weke têkoşîn, hewldan û pêngavên polîtîk ên hemû hêzên demokrasiyê were dîtin û destekkirin. Ji bo AKP û dewlet gavê biavêje, divê zext û têkoşîna xwe ya demokratîk xurt bikin. Ev têkoşîn û pêngavên şoreşgerî yên hatin afirandin bi ti awayî vala neçûne, berevajî wê bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê re weke jiyana demokratîk û azad a hemû gelan û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, tacîdar bibe."