KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di roja 165. de ji bo Kobanê silav
Şervanên YPG û YPJ’ê ku piştî Kobanê azadkirin yek bi yek gundê wê jî azad kirin û xwe gihandin Firat û Girê Spî, li gundê Miseynter û Elîzer ji aliyê nobedarên sînor ve cara 165. hatin silavkirin. -
Li Bismilê 3 girtin, li Êlihê 10 binçavkirin
Li navçeya Amed Bismilê ji 6 kesên pêr hatin binçavkirin 3 jê hatin girtin. Li Êlihê jî 10 kes hatin binçavkirin. -
Ji bo sê şoreşgerên jin carek din edalet hat xwestin
Ji bo sê şoreşgerên jin ên li Parîsê hatin qetilkirin her hefte çalakiya edaletê pêk tê û duh jî berdewam kir. Di çalakiyê de rejîma Îranê hat protestokirin. -
Li Çinarê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Amed Çinarê, di serdegirtina li 4 gundan de rêveberê HDP'ê yê Çinarê Cemîl Arslan jî di nav de 5 kes hatin binçavkirin. -
Aslan ê MLKP'yî û Ertan ê YPG'yî wê li kêleka hev bên veşartin
Cenazeyên Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ê MLKP'yî û Ozgur Ertan (Egîd Rojhilat) ê YPG'yî yên di dema operasyona paqijkirin Kobanê ji çeteyan de jiyana xwe ji dest dan, li Edeneyê îro ber bi rêwîtiya bê dawî ve tên oxirkirin. -
Li herêma Til Hemîsê şer giran e
Li gundên Helkanê, Neem El-Heyal, Heldana, Heswiya Biçûk ên herêma Til Hemîsê, di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Hat ragihandin ku di pevçûnan de gundê Neem El-Heyal hatiye rizgarkirin û 42 çete hatine kuştin. -
Bayik: 'Qanûna Ewlekariya Hundir' qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku 'Qanûna Ewlekariya Hundir' a AKP'ê hewl dide derxîne qanûna serbestiya qetilkirina sivîlan e û got, "Ev qanûn ji dijwarkirina pevçûnan pê de ti encamê nade." -
Ji bo Kobanê ya nû wê kongreya navneteweyî were lidarxistin
Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf û Serokwezîr Ekrem Hiso, hevdîtinên xwe yê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê temam kirin, li Pirsûsê banga korîdorê li Tirkiyeyê kirin û gotin ku li ser bingeha alîkariyan ew ê kongreyeke navneteweyî bicivînin. -
Kobanê ya nû wê li pîvana 'bajarokê ekolojîk' bê
Ji bo nû ve avakirina Kobanê, bi pêşengiya Tevgera Ekolojîk a Kurdistanê endamên Saziya Tevgera Bûka Baranê ya Ekolojîst, li ser nêrîna welatiyên Kobanê anketek dan destpêkirin. -
Aslan bi dirûşman tevlî karwanê nemiran bû
Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) ku yek ji neferên enternasyonalîst ê berxwedana Kobanê bû, li Eniya Başûr li gundê Cedê di şerê li dijî DAIŞ’ê de bi dirûşman tevlî karwanê nemiran bû. -
Li Xabûrê 3 şervanên azadiyê yên Suryanî jiyana xwe ji dest dan
'Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryanî' bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di êrîşa hovane ya çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundê Til Hirmiz ê herêma Xabûrê de, 3 şervanên Suryanî yên li ber xwe dan, jiyana xwe ji dest dane. -
Leşkeran li Şemzînanê êrîşî gundiyan kirin
Li gundê Çemekûrkê yê girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê leşkeran bi îdîaya bazirganiya sînor dikin bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî gundiyan kirin. -
Heyeta DBP û HDP’ê derbasî Efrînê bû
Heyeta DBP û HDP’ê ji bo serdana rojekê di Deriyê Sînor ê Ezazê re derbasî Efrînê bû. -
Cenazeyên Aslan ê MLKP’î û Artan ê YPG’î şandin Edeneyê
Cenazeyên şervanê MLKP’ê Emre Aslan (Elîşêr Dêrsim) û şervanê YPG’ê Ozgur Artan (Egîd Rojhilat) piştî merasîma danê sibê ya li Kobanê anîn Saziya Tiba Edlî ya Riha. -
YPG: 3 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
YPG’ê diyar kir ku li herêma Kobanê di 24 saetên dawî de 3 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin. Her wiha di pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyan de bi dehan çete hatine kuştin. -
‘Leşkeran ji wesayîtê bombe avêtin min’
Li Cizîrê zarokê bi navê Selman Akbay ê 11 salî yê ji hêla leşkeran ve hat birîndarkirin der barê bûyerê de axivî û wiha got: "Wesayîta zirxî ya leşkeran dema 2-3 metre ji min derbas bû paceya wesayîtê vekir û bombeyê gazê avête min." -
Elçî: Emniyetê hem kuşt, hem jî delîl veşart
Serokê baroya Amedê Tahîr Elçî got, "Di vê bûyera dawî de jî me dît, ku emniyet bi çi rengî kiryaran û çekan vedişêre, delîlan ji holê radike." -
Li Cizîrê zarokek bi bombeya gazê birîndar bû
Li Cizîrê dema wesayîta leşkeran derbas dibû, bombeyên gazê avêt nava zarokan û zarokê 11 salî Selman Akbay ji singa xwe birîndar bû. -
Ji artêşa Tirk bombebaran
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk bombebarana li dijî Herêmên Parastinê yên Medya berdewam dike. -
MFS: Heta rizgarkirina hemû gundan em ê têbikoş in
Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan (MFS), der barê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî gundên Suryaniyan de destnîşan kir, ku heta hemû gund werin rizgarkirin û herêm ji çeteyan bê paqijkirin, ew ê têkoşîna xwe dewam bikin. -
Sîdo: Divê Tirkiye deriyê sînor veke
Nûnerên Komîteya Gelên di bin Zextan de ya HRW a Rojhilata Navîn Kemal Sîdo da zanîn ku divê Tirkiye deriyê xwe yê sînorê Rojava veke. -
Li Şengalê 5 çete hatin kuştin, gerîlayekê jiyana xwe ji dest da
Di pevçûnên Pêngava Azadkirina Şengalê de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, yek jî bi saxî hat zevtkirin. Di şer de gerîlayeke YJA Starê jiyana xwe ji dest da. -
Cenazeyê Tekîn ê YPG'yî ber bi Êlihê ve hat şandin
Şervanê YPG'ê Ahmet Tekîn (Baran Argêş) ê li Kobanê birîndar bû û duh êvarê anîn Rihayê, bi şev jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tekîn ber bi Êlihê ve hat şandin. -
Darvekirin li Frankfurtê hat protestokirin
Li bajarê Frankfurt a Elmanyayê rejîma Îranê ya girtiyên Kurd darve kir hat protestokirin. Di çalakiyê de berdevkê PJAK’ê Kemanger axivî û diyar kir ku hinek hevalên wan winda ne û bang li saziyên navneteweyî kir ku bikevin nava tevgerê. -
Polîsê li kiryarê kuştina zarok Kazanhan mukur hat, serbest hat berdan
Polîsê Tevgera Taybet H.V. ê ji ber bûyera qetilkirina Nîhat Kazanhan ê 12 salî yê li Cizîrê hat girtin, dema got ku polîsê bi navê M.N.G. Kazanhan qetil kiriye, serbest hat berdan.