Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf û Serokwezîr Ekrem Hiso, hevdîtinên xwe yê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê temam kirin, li Pirsûsê banga korîdorê li Tirkiyeyê kirin û diyar kirin ku li ser bingeha alîkariyan ew ê kongreyeke navneteweyî bicivînin.
Hevseoka Kantona Cizîrê Hediye Yûsûf û Serokwezîr Ekrem Hiso bi heyeta xwe re, li dû danûstandinên ji bo ji nû ve avakirina Kobanê, hatin Pirsûsê. Hediye Yûsûf ragihand ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê ew ê di rojên pêş de kongreyeke navnateweyî bicivînin û anî ziman ku ji bo destekkirina avakirina Kantona Kobanê wan bi rêveberên Kantonê û YPG/YPJ'yiyan re hevdîtin kirine. Yûsûf da zanîn ku wan li ser kar û xebatên kantonên Cizîr û Efrînê yên ji bo kantona Kobanê civîneke berfireh lidar xistine û anî ziman ku her sê kantonan di civînê de biryarên girîng stendine. Yûsûf diyar kir ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê divê beriya her tiştî Deriyê Sînor ê Murşîtpinar (Kobanê ya Serxetê) were vekirin û ragihand, ku di karê ji nû ve avakirina Kantona Kobanê de girîng e beriya her tiştî zerar werin tespîtkirin û di vê çarçoveyê de her kes ya ji dest tê bike.
'DIVÊ KORÎDOR WERE VEKIRIN'
Yûsûf da xuyakirin ku ji bo Kobanê ew ê kongreyeke navneteweyî lidar bixin û got, "Ji bo em xebateke xurt bimeşînin, em ê kongreyeke navneteweyî lidar bixin. Ev kongre ji bo her sê kantonên me girîng e. Her sê kanton wê dest bidin hev û ji bo Kobanê ya herî baş bikin. Ji bo vê jî pêwîste tavilê korîdorek were vekirin. Ji bo em xebateke berfireh bimeşînin divê korîdorek bi lezgînî were vekirin. Bi vê armancê Wezîrên Karên Deve yên her sê kantonan hevdîtinên dîplomatîk dimeşînin."
'HER DU KANTON JI BO KOBANÊ AMADE NE'
Serokwezîrê Kantona Cizîrê Ekrem Hiso jî da xuyakirin ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê alîkariya navneteweyî pêwîst e û destnîşan kir, ku ji bo gihandina van alîkariyan jî vekirina korîdorê şert e. Hiso ragihand ku her du kanton ji bo Kobanê amade ne û got, "Kobanê rûmeta tevahiya mirovahiyê rizgar kiriye. Bi berxwedana xwe ya destanî re, bi saya şervanên YPG/YPJ'ê Kobanê neketiye. Lewma divê her kes ji bo Kobanê seferber bibe. Ji bo vê jî em difikirin ku di dema pêş de kongreyekê lidar bixin. Girîng e tevahiya raya giştî ya demokratîk hişyar û hestyar be."